Sunum yükleniyor. Lütfen bekleyiniz

Sunum yükleniyor. Lütfen bekleyiniz

Berhevkar:Niyazi Durmuş XANE. Berhevkar:Niyazi Durmuş.

Benzer bir sunumlar


... konulu sunumlar: "Berhevkar:Niyazi Durmuş XANE. Berhevkar:Niyazi Durmuş."— Sunum transkripti:

1 Berhevkar:Niyazi Durmuş XANE

2 Berhevkar:Niyazi Durmuş

3 Xane yekeya bingehîn a zîndewer e. Ango tiştekî zîndewer be, herî kêm xwediyê xaneyek e. Ji ber ku piraniya xaneyan pir piçûk in, bi çavê tazî nayên dîtin. Ji bo dîtina xaneyan mîkroskob tên şixulandinê. Jixwe mirovahî jî, piştê çêkirin û xebitandina mîkroskobê ji hebûna xaneyê hayîdar bû. Zanyarê Birîtanî Robert Hook di sala 1665an, cara ewilî ji bo xane têgîna cell bi kar anî. Cell bi Îngîlîzî tê wateya malik an ji odeya biçûk Li Kurdistanê têgînên xane,şane,malik,çavik ji boy cell a Hook tên gotin. Lê herî zêde têgînên xane û şane tên bi lêv kirin. Li Başûrê Kurdistanê, bi piranî têgîna xane, li Bakur jî şane tê bi kar anîn. Hook ji qalikê dara kimê pirtikekî jê kir û dianî bin mîkroskoba xwe. Koma xaneyên di wêneya li jorê dît û her çavikê wekî cell bi nav kir. Ev mîkroskob yek ji mîkroskobên Robert Hook e. Hook di salên 1650an de bi van mîkroskoban dixebitî. Bi şixulandina mîkroskobê, pêzaniyên derheqê zîndeweran jî roj bi roj xurtir bû. Xane

4 Berhevkar:Niyazi Durmuş Her çiqas Robert Hook tiştên di bin mîkroskobê dîtibû wekî xane(şane-cell) bi nav kiribû jî, a rast ew ne xane bûn,lê çavikên vala bûn. Ji ber ku xaneyên Hook ne zindî bûn, Hook tenê dîwarên xaneyan ku ji selulozê çê bûyî dîtibû. Antonie van Leeuwenhoek (1632–1723) zanyarek Holandî bû. Ê ku car a yekemîn hebûna bakterî û zîndewerên hûrik û yekxaneyî bi mîkroskobê dîtiye Leeuwenhoek e. Ev zanyar bi qasî 500 heb mîkroskob çê kir. Mîkroskobên wî, tiştan bi qandî 250 caran mezintir dikir. Di dîroka Zîndewerzanî (Biyolojî) de mîkrobiyologê pêşîn Leeuwenhoek e. Xebatên wî di pirtûka bi navê ajalokan (animalcules) hatibû weşandin. Ev mîkroskob yek mînak ji 500 mîkroskobên Antonie van Leeuwenhoek e ku pê lêkolîn dikir. Dirêjiya wî bi qasî cm e. Antonie van Leeuwenhoek di salên 1670’yan bi lêkolînên xwe yên bi mîkroskobê, car a pêşîn hebûna bakterî, xaneyên xwînê, xaneyên masûlke, xaneyê spermê û gelek hûrzindî (mîkro-organizma) dît. Şiklê wan bi awayekî gelek zelal nîgar kir.

5 Berhevkar:Niyazi Durmuş Ji ser xebatên Robert Hook û Antonie van Leeuwenhoek nêzik ê 200 salan paşê, Riweknas (Zanyarê Botanîk)ê Alman, Mathias Jakob Schleiden( ) di sala 1838e de daxuyand ku hemû riwek ji xaneyan pêk tê. Salek bi şûn de,sala 1839an de Zanyarê Alman,Theodor Schwann ( ) ragihand ku hemû ajal ji xaneyan çê bû ne. Her ku zanînên der barê xaneyê zêde bûn zanyaran Teorîya Xaneyê derpêş kirin. Di serî de ev teorî ji 4 bendan pêk dihat. Lê gava ku derheqê xaneyê de sal bi sal zanînên nû kombûn,Teoriya Xaneyê jî guherî û hîn bendên nû lê hatin zêdekirin. Teoriya Xaneyê a rojane wiha ye; 1. Her zîndewer herî kêm ji xaneyek çi dibe. 2. Hemû xaneyên nû, ji dabeşbûna xaneyên berê çê dibin. 3. Xane yekeya binyatî ye zîndewran e ku tê de hemû karên zindewariye tên bi rê ve birin. 4. Çalakbûna zîndewer,girêdayî çalakbûna hemû xaneyên xweser ên di laşê zîndewer de ne. 5. Di hundirê xaneyê de ji bo metabolîzmayê enerjî tê guhertin. 6. Di nav sîtoplazmaya xane, an ji di hundirê dendikê xaneyê de DNA heye. 7. Zanyariya rakendî(genetîk) bi riya kromozoman(DNA û proteîn) derbasî xaneya nû dibe. 8. Bi gelemperî, pêkhateya kîmyayî a hemû xaneyan wekhev in Piraniya xaneyan ewqas biçûk in ku bi çavên tazî nayên dîtin. Xaneya herî gir,a hêştirme ye. Ev balinde ji hemû balinde yên din girtir e. Hêka wê bi qasî 2 kîlogram e. Ji ber ku hêka hêştirme ji xaneyek pêk tê xaneya wê jî girantirîn û mezintirîn xaneyên gerdûnê ye.

6 Berhevkar:Niyazi Durmuş Mîkroskoba elektronî tiştan bi qasî caran mezintir dike. Mîkroskoba ronakiyê tiştan bi qasî caran mezintir dike.

7 Berhevkar:Niyazi Durmuş Her çiqas, xaneyên ajalan, xaneyên riwekan û xaneya bakteriyan ne dişibin hevdu û ji hev cuda bixuye ji, hemû xaneyan xwediyê hinek binyadên hevbeş in. Ji bo hemû xaneyan binyadên hevbeş; - Hemû xaneyan bi parzûnek dorpêçkiriye, - Di hundirê her xaneyek de sîtoplazma heye. - Lebatok(organel)a rîbozom di hemû xaneyan de heye. - Di nav sîtoplazmayê an ji di hundirê dendikê hemû xaneyan de Asîdên Dendik (DNA,RNA) hene Li gor hebûn an jî tunebûna dendikê, du birr(cure) xane heye. 1. Xaneya prokaryotî 2. Xaneya eukaryotî 1. Xaneya Prokaryotî Hemû bakterî û arkebakteriyan xwediyê xaneya prokaryotî ne. Di zimanê Greek de wateya pro, pêşî, wateya karyon ji dendik e. Xaneya bê dendik wek prokaryotî tê bi nav kirin. Zîndewerên bi xaneya prokaryotî, yekxaneyî ne. Ango tu zîndewerên pirxaneyî, prokaryotî nîn in. Di xaneyên prokaryotî da xeynî rîbozom tu lebatok tune ye. Reaksiyonên biyokîmyayî di nav sîtoplazmayê de çê dibin. Ji ber ku xaneyên prokaryotî bê dendik in, asîdên dendik, DNA û RNA li nav sîtoplazmayê de cih digirin. Xaneyên prokaryotî ji ên eukaryotiyan piçûktir in.

8 Berhevkar:Niyazi Durmuş Xaneya Prokaryotî

9 Berhevkar:Niyazi Durmuş 2. Xaneya Eukaryotî Zîndeweren ji Cîhana Protîstan,cîhana Fungusan,Cîhana Riwekan û Cîhana Ajalan, hemû eukaryotî ne. Di xaneyên Eukaryotî de dendik heye û lebatok bi parzûn dorpêç kirî di nav sîtoplazmayê de cih digrin.Hemû ajal û riwek pirxaneyî ne û xaneyên wan xaneyên eukaryotî ne. Hin endamên Cîhana Protîstan yekxaneyî ne. Wek mînak amîp, euglena û paramesyûm. Lê hinek endamên Protîstan pirxaneyî ne. Wek mînak kevzên avê û koloniya volvoxê. Hinek cureyên fungusan yekxaneyî ne, lê piraniya wan pirxaneyî ne. Fungusê kufik, fungusê meya, fungusê jengê yekxaneyî ne. Karok(qarçik) ên bi kumik pirxaneyî ne. Xaneya eukaryotî ji derve ber bi hundir,ji sê beşan pêk tê -Parzûna xaneyê -Sîtoplazma û lebatokan -Dendik

10 Berhevkar:Niyazi Durmuş Xaneya Eukaryotî

11 Berhevkar:Niyazi Durmuş Xaneya Eukaryotî

12 Berhevkar:Niyazi Durmuş Beşên Xaneya Eukaryotî Parzûna Xaneyê: Du zanyarên Amerîkayî, Garth L. Nicolson û Seymour Jonathan Singer di sala 1972'yê de xebatên xwe yên li ser Parzûna xane di kovara science de weşandin. Li gor vê xebatê Şiklê parzûna xaneyê bi Modela Mozaîka Herikbar hate eşkere kirin. Li gor vî modelê,parzûn ji du qor fosfolîpîdan pêk tê. Di nav fosfolîpîdan da hîn cureyên proteînan heye li aliyê derve yê xaneyê jî molekulên karbohîdrad bi proteînan, an jî bi fosfolîpîdan girêdayî ye. Ango parzûn bi binyatî ji sê cure molekulan çê bû ye. Ji xeynî vana,parzûna xaneyên ajalan molekula kolestêrolê jî dihundirîne.

13 Berhevkar:Niyazi Durmuş Ji ber ku molekulên gir û hûrik bi hev re di parzûnê de cih digrin, parzûn dişibe mozaîkê. Molekulên parzûnê her tim cihên xwe diguherînin lewma parzûn herikbar e. Qalindiya parzûn bi qasî 7-8 nm e. Parzûna xaneyê, sîtoplazma û lebatokan dorpêç dike bi vî awayê hemû pariyên xaneyê bi hev re dimînin û belav nabin. Ku tiştekî dikeve hundirê xaneyê an ji xaneyê derdikeve divê ji parzûnê derbas bi be. Parzûna xaneyê nîvdelînbar e. Hin tişt ji parzûn derbas dibin lê ne her tişt. Bi kurtasî parzûna xaneyê bijêr e. Ji ber ku parzûn diherike, dilive û rê nade derbasbûna hemû tiştan, parzûn wekî tiştekî zîndewer tê hesibandin. Karê parzûna plazmayê; -Xaneyê dorpêç dike û vî ji hawirdorê vediqetîne,bi vê awayê hem plazma û lebatok bi hev re dimînin,hem jî xane xwe ji guhertinên neyîni yên hawirdorê diparêze. - Kontrola molekulên wê biçe hundirê xaneyê an ji ên ji xaneyê derdikevin derve dike. -Bi xaneyên din re guftûgo(ragihandin) dike. -Naskirina molekulên wek hormon û antîjenan dike. Parzûna plazmayê bi sê awayî, karê veguhastina molekulan dike. 1.veguhastina pasîf 2.veguhastina çalak 3.veguhastina molekul û madeyên gir

14 Berhevkar:Niyazi Durmuş 1.Veguhastina pasîf: Bi veguhastina pasîf,xane O 2, H 2 O, CO 2, îyonên wekî Na +, Cl -, K -, NO 3 - û molekulên wekî glûkoz, proteîn digire hundirê xaneyê an ji ji xane der dike. Sê cureyên veguhastina pasîf heye a) Dîfuzyona sade b) Dîfuzyona hêsankirî c) Osmoz Ji bo hemû cureyên veguhastina pasîf,bê ku tu pêdivî pê enerjiya ATP hebe,molekul ji devera tîr ber bi devera ronkî cih diguherînin

15 Berhevkar:Niyazi Durmuş Li nav avê de dîfuzyona murekebê a) Dîfuzyona sade: molekul ji cihên tîr ber bi cihên ronkî(kêm tîr) cih diguherin. Her wekî di wêneyên jor de tê dîtin, dilopa murekebê di nav avê de bi serê xwe belav dibe. Ev belavbûn dîfuzyon e. Di vî gîraweyê de, madeya tiwawe murekeb e. Av jî madeya tiwêner e. Gava murekeb dikeve nav avê,tîriya şileya murekebê ji ya avê zêdetir e. Loma belavbûna molekulan ji hêla tîr ber bi hêla ronkî dest pê dike ta ku her aliyê gîraweyê bibe xwediyê tîriya hevseng. Gelek molekul bi Dîfuzyona sade ji parzûna plazmayê derbas dibin. Wekî mînak oksîjen û karbon dîoksît bi Dîfuzyona sade di parzûna alveolên pişikê de cih diguherin Şekir di nav avê de dihele û belav dibe, ta ku molekulên şekir li her aliyê avê belav bibe. Belavbûna şekir dîfuzyona sade ye.

16 Berhevkar:Niyazi Durmuş b) Dîfuzyona hêsankirî : molekulên wek Oksîjen,Karbon dîoksît,etanol dijav in (hîdrofobî ne),loma di nav tebeqeyên lîpîd de belav dibin û ji parzûnê rasterast bi hêsanî derbas dibin. molekulên avxwaz( hîdrofîlî) di nav molekulên lîpîdan de belav nabin. Av, glûkoz, proteîn,hîn îyon û molekulên din ên avxwaz ji ber astengiya molekulên lîpîd, nikarin bi serê xwe ji parzûna plazmayê derbas bibin. molekulên avxwaz bi alîkariya proteînên parzûnê cih diguherînin. Ev veguhastin jî dîfuzyon e, lê ji ber ku proteîn navbeynkarî dikin,ev kar wekî Dîfuzyona hêsankirî tê bi nav kirin. Di vî cure ya dîfuzyonê de,dîsa molekulên tiwawe ji devera tîr ber bi devera ronkî de belav dibin û pêwistî bi ATP nîn e. Her çiqas gelek cureyên proteînên parzûnê hene jî,ji wan du texlît proteîn di dîfuzyona hêsankirî de kar dikin, Proteînê kanalî û Proteînê hilgir.Van proteînan wekî enzîm kar dikin û molekulên wê ji parzûnê derbas bin,nas dikin. Piraniya molekulên avê bi navbeynkariya proteînê kanalî ji parzûnê derbas dibin. Proteînê kanalî navbera molekulên avê û lîpîdan dibe çeper û rê nade molekulên lîpîdê ku derbasbûna avê asteng bike. molekulên wek glûkoz an jî sûkroz bi alîkariya proteînê hilgir ji parzûnê derbas dibin.

17 Berhevkar:Niyazi Durmuş c) osmoz osmoz wekî mîna dîfuzyona sade ye,lê cudahiya wî ewê ku,molekulên ku di parzûnê de derbas dibin ne molekulên tiwawe ne, lê tenê av e. Ango dîsa devera tîr û devera ron heye û bi parzûnê ji hevdu veqetiyan e. Ji ber ku parzûna nîvdelînbar rê nade madeyên tiwawe derbas be, îcar madeya tiwêner,ango av, ji qada ku av pir e,derbasî qada avkêm dibe. Hêza Pesta Osmozî di veguhastina avê de bi bandor e. Di wê nîgar(wêne)a li jorîn de,Gîraweya A ji ya B tîrtir e. Ku em ji herdu gîraweyan 1cm 3 bigrin û ji bo mêjera avê lêkolîn bikin,wê em ê bibînin ku,ava di gîraweya B,ji gîraweya A zêdetir e. Ku parzûn rê bida molekulên xwêyê ku ji gîraweya A derbasî ya B bi ba, ev dibû Dîfuzyona sade. Osmoz di parzûna nîvdelînbar de dîfuzyona avê ye. Di serî de Pesta osmoziya A herî zêde ye, dema av derbasî wî dibe, hêdî bi hêdî Pesta osmozî kêm dibe.

18 Berhevkar:Niyazi Durmuş Gelo dewsa gîraweya A an jî gîraweya B de xaneyek hebe, wê çawa bertek nîşan bide? -Wê xaneyê av bigire û biwêrimê? -Wê ji xaneyê av derkeve derve û xane biçilmise? - An jî wê xane tu bertek nîşan nede? Xane li gor hawirdor(dorhêl)a xwe, yek ji van bertekan nîşan dide. Di nava gîraweyek her ku para madeya tiwawe zêde dibe, Pesta osmoziya wê gîraweyê jî ewqas zêde dibe. Dema pesta osmoziya gîraweyê zêde dibe, daxwaza wî ya avê jî zêde dibe. Ango gîrawe çiqas tîr be, evqasî pirtir avê bikişîne nav xwe. Li gor mêjera tîr bûna gîraweyê,li hawirdorê xaneyê sê cureyên gîrawe hene ; gîraweya hîpertonî, gîraweya hipotonî û gîraweya îzotonî, van navan ji zimanê Yewnanî çê bûne.

19 Berhevkar:Niyazi Durmuş Gîraweya Hîperonî: Peyva hîpertonî jî du peyvên Yewnanî, hîper û tonos çê bûye. Wateya tonos ‘pile,an jî şidandin’ e. Wekî mînak, ji bo şidandîbûna masûlkeyan tonos tê bi kar anîn.(Tonosa masûlkeyên stû),lê wateya din a tonos ji bo pileya pesta osmozî ya gîraweyê tê bi kar anîn. Wateya Hîper, ‘pir, pirtir e.’ Loma,wateya gîraweya hîpertonî; gîraweya xwediyê pesta osmoziya pirtir e. Di nav gîraweyek de mêjera madeya tiwawe çiqas zêde be,pesta osmoziya gîraweyê jî ewqas zêde dibe. Gîraweyên tîr hîpertonî ne. Ku gîraweyek hîpertonî be ji derdora xwe av dikişinê,pesta osmoziya gîraweyê dibe sedema av kişandina gîraweyê Gîraweya derdora xaneyê ji plazmaya xaneyê tîrtir e. Ku ne ji parzûna nîvdelînbar a xaneyê ba,wê madeyên tiwawe bi dîfuzyonê derbasî sîtoplazmayê bi ba. Lê parzûna plazmayê re nade molekulên gir ku derbasî xaneyê bibe. xane li gor derdora xwe ron e, ango ava wî zêde ye. Ji bo ku tîrbûniya xaneyê bi tîrbûniya derdora wî bibe hevseng, av ji cihê pir ber bi cihê kêm ve li parzûnê tê veguhastin. Pesta Osmozî ya xaneyê ji ya şileya derdora wî kêmtir e,gîraweya hîpertonî her ku ji xaneyê av digre,pesta osmoziya wî ji dadikeve û xwesteka wî ya avê kêm dibe. Erîtrosît (Xaneya sor a xwînê) Her ku ji xaneyê av derbasî gîraweyê dibe,xane diçilmise û piçûk dibe Gîraweya Hîpertonî (Gîraweya ji xaneyê tîrtir)

20 Berhevkar:Niyazi Durmuş Gîraweya Îzotonî: Peyva Îzotonî jî du peyvên Yewnanî, Îsos û tonos çê bûye. Wateya Îsos, ‘heyvek, hemberî’ e. Wateya gîraweya îzotonî; pesta osmoziya gîraweyê û a xaneyê heyvek in. Ku tîrbûniya plazmayê û a şîlemeniya derdora wê de tu cudahî tune be, wê gavê veguhastina pasîf jî dest pê nake. Gîraweya derdora xaneyê û plazmaya xaneyê hemtîr in. Loma,navbera xaneyê û gîraweyê de veguhastina avê ne yek alî ye. Di xaneya nav gîraweya îzotonî de,tenê bi veguhastina çalak molekul bi yek alî ji parzûnê derbas dibin.

21 Berhevkar:Niyazi Durmuş Gîraweya Hîpotonî: Wateya hypo; ‘kêm,kêmtir’ e. Ango ku gîraweyek hîpotonî be,di nav vî gîraweyê de av pir e, lê madeyên tiwawe kêm e. Ji ber vê yekê pesta osmoziya gîraweyê jî ji ya plazmayê pir kêmtir e. Xaneya di nav gîraweya hîpotonî,ji derve av digire nav plazmayê û diwerime. Xaneyên riwekan ji ber hebûna dîwarê wê yê ji selulozê, pir nawerime. Di xaneyên ajalan de tenê parzûna plazmayê heye. Ku xane di nav gîraweya hîpotonî de demek dirêj bimîne,pir diwerime û parzûn diqelişe. Mirina xaneyê ji ber werimînê û qelişiyê wekî hemolîz te bi nav kirin.

22 Berhevkar:Niyazi Durmuş

23 Veguhastina molekulan ji qada ron,ber bi qada tîr ve bi xerckirina ATP wekî veguhastina çalak tê bi nav kirin. Xane bi veguhastina pasîf dikare hîn molekulan ji qada tîr ber bi qada ron veguhezîne. Ji bo karên wê yên asayî, pêwistiya xaneyê bi hebûna hîn molekul an jî îyonên wekî Amîno asîd, glûkoz,Potasyûm, Kalsîyûm, Fosfat û hwd. heye. Tîriya wan molekulan di nav xaneyê de, bi gelemperî ji derdora xaneyê pirtir e, lê xane hê jî ji dorhêla xwe van molekulan digire nav sîtoplazmayê. Di vî veguhastinê de tevgera molekulan ne li gor veguhastina pasîf e. Ku veguhastina pasîf, wekî tevgera molekulan a berjêr bê hesibandin, veguhastina çalak tevgera molekulan a berjor e. Veguhastina çalak tenê di xaneyên zindî de dibe,lewma pêwistî pê ATP heye. Di navbera sîtoplazma û derdora xaneyê de ji ber cudahiya tîrbûne, gradyana konsantrasyonê (concentration gradient) çê dibe. Di veguhastina pasîf de hêla tevgera molekul û a gradyana konsantrasyonê wek hev e. Lê di veguhastina çalak de hêla tevgerê dijhev e. Ji bo veguhastina molekulan li dij gradyana konsantrasyonê,di parzûnê de hîn pompe tên bi kar anîn. Pompeya Na + /K +,pompeya H + û pompeya Ca + + ê û hwd. ji bo veguhastina çalak kar dikin. 2.Veguhastina Çalak:

24 Berhevkar:Niyazi Durmuş Di nav sîtoplazmaya hîn xaneyên ajalan de tîriya îyonên K +, ji ya dorhêla xaneyê 20 car(qat) pirtir e. Tîriya îyonên Na + ê jî,li derdorê xaneyê, ji Na + ên nav sîtoplazmayê 10 qat pirtir e. Di rewşekê wiha de divê K + ji xaneyê ber bi derve, Na + jî ji derdorê ber bi sîtoplazmayê di nav parzûnê de bi veguhastina pasîf bihata veguhastin. Lê, xane bi pompeya Na + /K + ê bi veguhastina çalak,rê nade ku îyon bi dîfuzyon cih biguherin. xane bi pompeya Na + /K + ê ji bo şandina 3 îyonên Na + ê, 2 îyonên K + ê digire nav xaneyê. Her ku xane vî rewşê didomîne,di navbera sîtoplazma û derdora xaneyê de, gradyana konsantrasyonê ya molekulan di asta herî bilind de dimîne. Gradyana konsantrasyonê,meyla herikîn a tîrbûnê ye. Di parzûna xaneyê de mekanîzmaya şixulîna pompeya Na + /K + ê

25 Berhevkar:Niyazi Durmuş Li wê nîgara li jorîn de mekanîzmaya şixulîna pompeya Na + /K + ê tê nîşandin. Ku xaneyê bi veguhastina çalak, îyonên Na + ê li dorhêla xaneyê,iyonên K + ê jî li nav sîtoplazmayê tov dike,barê elektrîkê li derveyî xaneyê dibe polîtîk(+) û barê kelekan sîtoplazmayê jî dibe negotine(-). Ji bilî vê,hebûna Na + ê dorhêlê li gor xaneyê tîrtir dike. Ev rewş dibe sedema çêbûna gradyana elektrokîmyayî (electrochemical gradient), xane bi hêza vî gradyanê hîn molekulan(wekî amîno asîd,glûkoz) vediguhazine nav xaneyê. Dema îyonên Na + ê dizivire nav sîtoplazmayê,bi hêza herikîna Na + ê hîn molekulên din jî dikeve xaneyê. Divê neyê ji bîr kirin ku,li vir enerjiya ATP ji boy çêbûna gradyana elektrokîmyayî tê xerc kirin. Gava li dorhêlê parzûnê hêza gradyana îyonên Na + ê gihîşt asta herî bilind,Na + û hîn molekulên din bi dîfuzyonê ji parzûnê derbas dibin. Ev molekulên ku bi navbeynkariya gradyana elektrokîmyayî ya Na + tên veguhastin,dij gradyana konsantrasyonê ya xwe tên kişandin,loma ev molekulan bi serê xwe,ango bi veguhastina pasîf naçe nav sîtoplazmayê.

26 Berhevkar:Niyazi Durmuş Her wekî di pompeya Na + /K + a parzûnê de tên dîtin,ji bo veguhastina Na + ê xane,ATP xerc dike ev veguhastina çalak wekî Veguhastina Çalak a Yekser ( Primary/Direct active transport) tê bi nav kirin. Ne tenê pompeya Na + /K + ê, lê pompeya H +,pompeya Ca + + û pompeya H + /K + ê jî karê veguhastina çalak a yekser dike. Di reaksiyonên nav Mîtokondrî û kloroplastan,xane bi pompeya H + ê ATP çê dike. Girjbûna masûlke bi pompeya Ca++ ê xaneyê tê pêk hatin. Bi pompeya H + /K + ê xaneyên aşik ji bo çêkirina asîda hîdroklorikê(HCl) Proton vediguhazine dorhêlê xaneyan. Carna ji boy veguhastina molekulan ji qada ron ber bi qada tîr, Enerjîya ATP rasterast nayê bi kar anîn. Ku molekul an jî îyon bi hêza gradyana elektrokîmyayî ji parzûnê derbas bibe,ev veguhastin wekî Veguhastina Çalak a Talî ( Secondary / Indirect active transport) bi nav dibe. Ji ber ku di serî de ATP ji bo çêkirina gradyana elektrokîmyayî xerc dibe, ev veguhastin jî veguhastina çalak e. Îyonên wek Na +,Mg + +, I - -,K +, Ca + + û molekulên wekî amîno asîd û glûkoz bi vî awayê tên veguhastin. Xaneyên li toşpiya tîroîdê,ji bo çêkirina hormona tîroksînê,bi pompeya Na + / I - (Îyot) ê ji dorhêlê îyot vediguhazine nav xaneyê. xaneyên rûviya zirav bi pompeya Na + /glûkoz û pompeya Na + /amîno asîd ê glûkoz û amîno asîdan digire nav xaneyê û paşê dişîne nav xwînê. Proteînên parzûnê wekî derî tê hesîbandinê. Hîn proteîn(derî) ji bo her carek rê didin tenê cureyekî molekul ku ji parzûnê derbas bin,loma van proteînan wekî Unîport tên bi nav kirin. Li vir wateya port derî ye. Ku ji proteînê careke de du cure molekul derbas bin,vê rewş wekî Sîmport an jî Antîport tên bi navkirin. Eger herdu cureyên molekul di nav parzûnê de bi eynî alî ve diçin,proteîn wekî Sîmport bi nav dibe. Na,eger molekulek diçe nav sîtoplazmayê û a din derdikeve dorhêlê xaneyê, vê gavê proteîn wekî Antîport tê bi nav kirin

27 Berhevkar:Niyazi Durmuş molekulên hûrik bi veguhastina pasîf an jî çalak bi hêsanî ji parzûne derbas dibin. Lê pêdiviya xaneyê pê molekul an jî madeyên gir jî heye. Ev madeyan wisa gir in ku ne rasterast ji nav molekulên lîpîd ên parzûnê, ne jî di nav proteînên hilgir û kanalî de vediguhazin. Di nav xaneyê de ji molekulên hûrik,molekulên gir ên wekî, proteîn,enzîm,hormon,şîr û hwd. tên çê kirin. Her ku van madeyan di nav xaneyê de çê dibin jî,ew li derveyî xane tên bi kar anîn. Loma divê van madeyan ji xaneyê derkeve derve xane molekulên gir ji parzûnê vedirişîne. Veguhastina molekul an jî madeyên gir ji sîtoplazmayê ber bi dorhêlê xaneyê, wekî egzosîtoz tê bi navkirin. Tûk a devê însan, enzîmê bi navê amîlaz e. Amîlaz di xaneyên toşpiyên tûkê de çê dibe, bi egzosîtozê ji xaneyê derdikeve û di kanal û kisikên tûkê de berhev dibe.. Her wekî hormonê însulîn jî di xaneyên pankreasê de çê dibin û bi egzosîtozê ji xaneyên pankrease vediguhazin nav Xwînê. 3.Veguhastina Molekulên Gir: Egzosîtoza xaneyê

28 Berhevkar:Niyazi Durmuş Hîn caran xane ji derdora xwe molekulên gir digre nav sîtoplazmayê. Zîndewerên yekxaneyî adanên nedehandî di nav xaneyê de didehînin. Adanên nedehandî gelek gir in loma ji parzûnê derbas nabin. Lekosît(xaneyên xwînê yên spî) ji bo parastina laşê mirov bakteriyên di nav xwînê de rasterast dadigurtînê û digre nav sîtoplazmayê û li vir didehîne. Daqurtandina molekulên gir wekî Endosîtoz tê bi nav kirin. Ku molekulên gir ên ku xane digire nav sîtoplazmayê şile be, ev cureya endosîtozê wekî Pînosîtoz bi nav dibe. Endosîtoza molekulên hişk jî wekî Fagosîtoz tê bi nav kirin. Xane dema dilopa rûn vedixwe ev pînosîtoz e, lê gava bakterîyek dadiqurtîne ev kar fagosîtoz e. Ev zîndewerê yekxaneyî amîp e. Amîp bi lingên derew(pseudopod) adan digire nav sîtoplazmayê. Ji ber ku adan hişk e, ev kar wekî fagosîtoz tê bi nav kirin Fagosîtoz

29 Berhevkar:Niyazi Durmuş Sîtoplazma û Lebatokên xaneyê: Pêkhateya sîtoplazmayê,mîna spiya hêk, nîvherikoyî û nîvruhnik e. Ji ber ku di nava wê de molekulên hûrik û gir hene û bi hev re tevdigerin, sîtoplazma madeyek kolloîdal e û hundirê xaneyê de, navbera lebatok,dendik û parzûnê tijî dike. Pekhateyên ku di nav sîtoplazmayê de cih digirin û ji bo xaneyê hîn karên taybet dikin,wekî lebatok tên bi nav kirin. xaneyên prokaryotî ji bilî rîbozom, tu lebatok nahewînin. Beşa sîtoplazmaya bêlebatok wekî sîtozol tê bi nav kirin. Sîtoplazma ji %80ê ji avê pêk te. Ji bilî avê,gelek molekulên organîk û înorganîk jî di nav sîtoplazmayê de cih digirin. Ji xeynî vê, rîşalkên proteîn jî wekî torek di nav sîtoplazmayê de belav dibin û kakûtê xane (cytoskeleton) pêk tînin. Piraniya karûbarên xaneyê di nav sîtoplazmayê de pêk tê. Bi gelemperî,xaneyên ciwan,ên ku metabolîzmayê wan bi lez û bez in, sîtoplazmaya wan jî pir e. Di nav sîtoplazmaya eukaryotiyan de sê kom lebatok heye. Lebatokên bêparzûnî: Sentrozom û Rîbozom Lebatokên yekparzûnî: Retîkûlûma endolpazmayî, Heybera Golgî, L îzozom, Vakuol, Lebatokên cotparzûnî: Mîtokondrî û Plastîd

30 Berhevkar:Niyazi Durmuş Rîbozom: Rîbozom yek ji du lebatokên bêparzûnî ye. Ji xeynî xaneyên sor yên xwînê, hemû xaneyên zîndeweran xwediyê rîbozom in. Dibe ku nav xaneyek de hejmara rîbozom bi qasî milyonan be. Di xaneyên eukaryotiyan,cihê çêkirina rîbozomê, dendik e. Lê hebikên rîbozomê di nav sîtoplazmayê,li ser parzûna dendikê û li ser retîkûlûma endoplazmi ya girûzî jî belav dibe. Mîtokondrî û plastîd jî rîbozom dihundirînin, lê ev rîbozom ji rîbozomên sîtoplazmayê cuda ne (piçûktir in) Erka rîbozom,çêkirina proteîn e. Rîbozom li gor zanyariyên ku DNA bi navbeynkariya mRNA dişîne, ji amîno asîdan proteîn çê dike. Her rîbozomek ji du binebeşan pêk tê. Binebeşa gir û binebeşa piçûk,dema çêkirina proteînê ev binebeşan tên ba hev û mRNA digirin nav xwe. Ku çêkirina proteînê qediya,herdu binebeş ji hevdu diqetin. Nîgara rîbozomê

31 Berhevkar:Niyazi Durmuş Rîbozom ji proteîn û RNA ya rîbozomî(rRNA) çê dibin. Rîbozomê mîtokondrî û plastîdan jî dişibe wek rîbozomên prokaryotî. Ji boy reaksiyonên biyokîmyayî pêdivî pê enzîman heye. Hemû enzîm jî proteîn dihundirînin, loma divê xane hertim proteîn çê bike. Ji bo çêkirina proteînan pêwistî bi rîbozoman heye. Hejmara rîbozoman di xaneyê de li gor çalakbûna xaneyê,kêm an jî zêde dibe. Her çiqas di hemû xaneyan de rîbozom hebe jî, rîbozomên di xaneyên prokaryotî û ên eukaryotî ne jihev in. Rîbozomên prokaryotiyan wek 70S, ên eukaryotiyan wek 80S tê bi nav kirin. Wateya S, rêjeya telpbûna molekul e. Telpbûna molekul di bin hêza navendrevî(santrîfûj) de yê.Ji du molekulan, a gir zûtir telp dibe,lê rêjeya telpbûnê rasterast bi giraniya molekul ve girêdayî nîn e. Theodor Svedberg (1884–1971) kîmyagerekê Swêdî bû. ji bo xebata xwe ya li ser - santrîfûj û rêjeya telpbûna partîkûlan- Di sala 1926an da Xelata Nobelê a beşa kîmyayê stend. Yekeya Svedberg bi tîpa S tê nîşandan. Gava em dibêjin rêjeya telpbûna rîbozomên bakteriyan 70S e,divê bên zanîn ku ev rîbozom dema di santrîfûjê de ye di çirkek(sanîyekî) de 70x mîkrometre rê diçe.

32 Berhevkar:Niyazi Durmuş Sentrozom: Navlêk(Têgîn)a sentrozom, ji peyvên centrum û sōma çê bûye. Bi Latînî centrum 'navend' + bi Yewnanî sōma 'laş' ê. Sentrozom di nav sîtoplazmayê,nêzikê dendikê cih digire. Sentrozom lebatoka bêparzûn e û ji du paran çê dibe,her parek wekî sentrîol tê bi nav kirin. Ango sentrîolên di nav gilokên proteînên bêteşe(amorf) wekî sentrozom bi nav dibin. Her sentrîolek ji neh mîkrotubulên sêmendî(trîplet) çê bûyî ye. -Sentrozom ber bi dawiya dabeşbûna xaneyê de ji bo parvebûna sîtoplazmayê(sîtokînez) sinyal çê dike. -Sentriola mak rîşik(cilium) û dûçik(flagellum) çê dike. -Di dema dabeşbûna xaneyê de,mîkrotubul ji herdu cemserên xaneyê ji rîbozoman ber bi navenda xaneyê dirêj dibin. Di nav sîtoplazmayê de gurza mîkrotubulan wekî rîşê teşî (spindle fibers) tê bi nav kirin. Rîşê teşî,kromotîn û kromozoman parve dikin. Dema dabeşbûna xaneyê dest pê dike,di gîhaneya înterfazêde, sentrozom duhendî dibin. Her sentrîolek bi duhendîbûnê sentrîolek nû çê dike,sentrîol a kevn bi navê mak,a nû jî bi navê keç tê nav kirin. Sentrozom navenda organîzkirina mîkrotubul e. Mîkrotubul di nav sîtoplazmayê de mîna tor belav dibin û di çêkirina kakûtê xane (cytoskeleton) de par digirin

33 Berhevkar:Niyazi Durmuş Xaneyên karok, riwekên bitov, bêsentrozom in. Xaneyên riwekên bispor (riwekên bêtov) û piraniya xaneyên ajalan di nav sîtoplazmaya xwe de cotek sentrîol dihewînin. Wekî xaneya masûlke, xaneya hêka, xaneya rehikê,hîn xaneyên ajalan jî bêsentrozom in. Çi riwek be,çi ajal be,ku di çerxa jiyana wê de xaneyên bi dûçik an jî bi rîşik hebe,xaneyên ew zîndewer bi sentrozom in.

34 Berhevkar:Niyazi Durmuş Retîkûlûma Endoplazmî: Di zimanê Latînî de wateya retîkûlûm ’tora piçûk’ e. Wateya endoplazmî jî ’di nav sîtoplazmayê’ e. Retîkûlûma endoplazmî( RE) torek labîrentî û kîsikî ye. Ji cot parzûnên dendikê, ji ya derve dest pê dike ber bi parzûna xaneyê di nav sîtoplazmayê de cih digire. RE bi şileya herikbar tijî ye. Li gor dirf(teşe) û erkê wî,du beşên endoplazmiya retîkûlûm heye. Beşa ku rûxara wî bi rîbozom e,di bin mîkroskoba elektronê girûzî dixuye,loma ev beş wekî Retîkûlûma Endoplazmî ya girûzî tê bi nav kirin. Beşa retîkûlûma endoplazmî ya ku rûxarê wî bêrîbozom e û şayik e,wekî Retîkûlûma Endoplazmî ya hilû bi nav dibe. Cudahiya van her du aliyên RE ne tenê ji aliyê teşeyê yê,lê erkê van beşan ji ne wek hev in.

35 Berhevkar:Niyazi Durmuş Retîkûlûma endoplazmî ya hilû(REH), lîpîd,fosfolîpîd,kolesterol û steroîdan çê dike. Her wisa metabolîzmaya karbohîdratan jî li vir dibe. xaneyên masûlkeyan jî xwediyê retîkûlûma endoplazmî ye, lê navê wî retîkûlûma sarkoplazmî ye (RS). Retîkûlûma sarkoplazmî îyonên Kalsîyûmê embar dike, dema Kalsîyûm ji RS ber bi plazmayê tê berdan,qerastina masûlke dest pê dike. Xaneyên kezeba sor, ji bo ku ji xaneyê jehrê an jî derman û alkol dûr bixe,bi alîkariya REH karê detoksîfîkasyonê jî dike. Ji ber ku li ser retîkûlûma endoplazmiya girûzî(REG) rîbozom hene,REG di çêkirin, guhertin û veguhastina proteînan de erk digire ser xwe. Di çêkirina parzûna xane û parzûna lebatokan jî REG cih digire. Her çiqas proteîn di nav rîbozoman va tê çêkirin jî,a rast ev proteînên çalak nîn in, tenê zencîra amîno asîdan(a.a) in. Gava zencîra a.a ji plazmayê dikeve nav REG yê, hinek cureyên proteînan li vir diguhere û çalak dibe. Hîn ji proteînên di nav REG'e de di nav kîsikên hilgir ve ber bi heybera Golgî tê şandin. Hinek ji proteînên nav REG rasterast bi egzosîtozê ji xaneyê tên avêtin Ji xeynî xaneya sor a xwînê,hemû xaneyên eukaryotî xwediyê retîkûlûma endoplazmî ne. Retîkûlûma endoplazmî bi rîbozom,bi heybera Golgî,bi dendik û RNA têkildar e.

36 Berhevkar:Niyazi Durmuş Ev lebatok bi navlêken wekî Heybera Golgî,kompleksa Golgî an jî Golgî tê bi nav kirin. Heybera Golgî di sala 1897an de ji aliyê zanyarên Îtalî Camillo Golgi ve hate vedîtin. Lebatoka Golgî ji loda kîsên pehnikî(sîsterne) pêk tê. Di nav sîtoplazmaya xaneyên eukaryotiyan de ne yek, lê bi dehan lod ên Golgî hene. Kîsikên ji Retîkûlûma endoplazmî(RE) diqetin, bi kîsên pehnikî yên heybera Golgî ve dizeliqin. Ev bêşa Golgî ku kîsikên ji RE digire nav xwe, wekî rûyê cîs(Golgî ya cîs) tê bi nav kirin. Ji beşek heybera Golgî jî hîn kîsan, kîsikên hûrik bûtik didin. Ev beşa Golgî wekî rûyê trans(Golgî ya trans) bi nav dibe.Golgî navenda çêkirina karbohîdratan e. Di nav xaneyê de veguhastina lîpîd,karbohîdrad û proteîn karê RE û Golgî ye. Di nav kîsên pehnikî(sîsterne) de hîn enzîm hene bi alîkariya van enzîman guherandin(modîfî) û nûrexistinkirina molekulên wek lîpîd,karbohîdrat û proteînan pêk tê. Di nav xaneyê de cure cur makromolekul çê dibin van molekulan di nav heybera Golgî de tên Komkomî kirin. Golgî molekulên komkomî bûyî berhêlî dike ku,biçin cihê ku pêdivî pê van heye. Heybera Golgî: Lîzozom jî ji heybera Golgî çê dibe. Bûtikên ji Golgî diqetin an dibin lîzozom an jî xwe bi parzûna xaneyê ve dizeliqine û şileya hundirê xwe bi egzosîtozê davêje derveyî xaneyê. Duvarê xaneyên riwekan ji aliyê Golgî ve tê çêkirin. Her wisa,Golgî û retîkûlûma endoplazmî bi hev re, veherandin û çêkirina parzûnên lebatok û xaneyê pêk tînin. Hejmara Golgî di xaneyên avzeyî de pirtir e.

37 Berhevkar:Niyazi Durmuş Dendik,rîbozom,retîkûlûma endoplazmî, heybera Golgî û lîzozom bi hev re kar dikin.

38 Berhevkar:Niyazi Durmuş Lîzozom: Kîsika bi parzûn dorpêçî ye. Di hundirê wî da enzîmên dehandinê(hezm) heye. Ji boy însan kar û girîngiya lebata aşik(mîde)çi be,ji boy xaneyên ajalan jî Lîzozom ew e. Lîzozom lebatoka dehandibûnê ya nav xaneyê yê. Lîzozom lebatok û molekulên bêerk ên xaneyê didehîne, bi vî awayê molekulên hûrik cardin di nav xaneyê de ji bo çêkirina lebatok an jî molekulên gir tê bi kar anîn(otofaj). Di nav kîsika lîzezoman de ji 40î pirtir cureyên enzîm heye. Hemû enzîmên lîzozom di retîkûlûma endoplazmî de çê dibin û di hundirê heybera Golgî'yê de tên guhertin û paket kirin. Bi gelemperî lîzozom ji bûtikên Golgî’yê çê dibin,lê carna ji endozoman jî lîzezom çê dibin. Endozom jî kisikin,kîsika endozomê ji parzûna xaneyê çê dibe. Molekulên ku di hundirê endozomê de cih digire, ji derveyî xanêyê tên û van molekulan bi endosîtozê dikevin nav xaneyê.

39 Berhevkar:Niyazi Durmuş Navlêka lîzezom ji du peyvan pêk te lysîs + soma Di zimanê Latînî de Wateya lysîs ’nerm kirin,helandin’ e. Di zimanê Greek te wateya soma ‘laş’e Bi gelemperî xaneyên ajalan xwediyê lîzezom in, lê bi taybet, xaneyên wekî xaneya spî ya xwînê(lekosît) ji xaneyên din pirtir lîzezom dihewîne. Erka sereke ya lekosît,parastina laş ê. Dema bakterî an jî vîrus ket nava xwîna însan,ji aliyê lekosît ve tên qefaltin. Lekosît bi fagosîtozê van mîkroban digire nav sîtoplazmaya xwe û bi alîkariya lîzezoman wan didehîne. Dema di laşê zîndewerên pirxaneyî de xaneyek mir, lîzezom ew xaneya mîrî didehîne û molekulên wê yên bikêr tevlê laşê organîzmayê dike. Beq ên ku hîn nû ji hêka xwe derketiye bidoçik in,roj bi roj hem gir dibin hem jî bi metamorfozê dirfên(rûçik) wan ê mîna masî diguhere û dişibe beqê. Beqên bi doçik dema têra xwe civirîn,doçika wan bi alîkariya lîzezoman diqete. Her wisa dema jiyana margîsk(gumgumok) di bin xeterê de be,wê gavê ji bo xwe ji êrîşên dijmin bifilitine,doçika xwe bi alîkariya enzîmên lîzezoman diqetîne,dema doçik diqete,hê jî dilive loma êrîşkar berê xwe didin doçikê û margîsk jî baz dide û xwe di cihekî ewle de vedişêre. Enzîmên di nav lîzozomê tenê li dorhêlên asîdî bi çalak in, loma pH a nav lîzozomê der dora 4 e. Ji bo berdewamiya asîdîtiye, proteînên li ser parzûna lîzozome, ji sîtoplazmayê proton (H + ) pompeyê lîzozom dikin. Van salên dawî di hîn weşanên zanistî de tê diyarkirin ku hîn riwek jî lîzezom dihundirînin. Bi rastî,di xaneyên riwekan de lîzezom tuneye. Lê dibe ku hîn enzîmên lîzozom di nav vakuolên riwekan de hebe. Riwek wan enzîman ji bo dehandina molekulên nav xaneyê bi kar tînin. Ji ber ku xaneyên riwek bi dîwarê ji selulozê dorpêçî yê,xaneyên riwekan fagosîtoz nakin.

40 Berhevkar:Niyazi Durmuş Vakuol: Vakuol ji zimanê Latînî ji peyva vacuus çê bûye. Her çiqasî wateya vacuus ‘valayî’ be jî,vakoul tu car vala nîn e. Vakuol,kîsikên biparêzin dorpêçkirî ne û hundirê vakoulê bi molekulên organîk û înorganîk tijî ye. Bi gelemperî di xaneyên riwek û karok de vakoul heye. Di xaneyên ajalan de vakuol ya qet tuneye an jî pir piçûk in. Parzûna vakuolê jî mîna parzûna plazmayê û lebatokên xaneyê nîvdelînbar e. Karê vakuol di hemû xaneyên zîndeweran de ne yek e. xaneyên ku adan bi fagosîtozê digre û li nav xaneyê didehîne, xwediyê vakuola adan in Paremesyûm bi vakuola girjdar ava nav xaneyê davêje derve. Ji bo qerastina vakuol pêdivî bi ATP yê heye,loma av bi veguhastina çalak ji xaneyê tê avêtin. Bi vî awayî, xane bi derdora xwe va hevsengiya pesta osmozî (osmoregûlasyon) ava dike. Bi vî karê xwe,vakuola girjdar dişibe gurçikên mirov. Paremesyûm zîndewerek yekxaneyî û di nav teravê(ava teze) de dijî. Terava derdora paramesyûmê gîraweya hîpotonî ye, loma av ber bi xaneyê va diçe û paramesyûm diwerime.

41 Berhevkar:Niyazi Durmuş Vakuolên herî gir di xaneyên riwekan de ye. Riwekên bi xaneyên nû xwediyên vakuolên piçûk in, lê her ku xane gihaştî û gir dibe vakuolên nav plazmayê jî bi hev dizeliqin û dibin vakuolekî gir. Ev vakuola gir wekî vakuola navendî tê bi nav kirin. Hîn karên vakuolan; Embarkirina molekulên wekî proteîn,rûn û karbohîdratan Ji bo derkirinê embarkirina molekulên bermayî di nav vakuolê de dibe,dema riwek pel diweşîne van bermayiyan jî ji riwek dûr dikeve. Ava nav vakuolê dibe sedema çêbûna pesta hîdrostatî. Xane gava nav vakuola xwe da av embar dike,diwerime û hişk dibe, ev rewş wekî turgor tê bi nav kirin. Ku di nav vakuolê de av kêm be,riwek diçilmise. Ango riwek ji pesta turgorê destek digire û mîna ku pergala kakûtê bi kar tîne. Asîdîtîya vakuolê ji ya sîtoplazmayê pirtir e. Vakuolên riwekan bi gelemperî xwediyê 5 pH in. pH a Sîtoplazma derdora 7.2 ye. Vakuolên riwekan, mîna lîzozomên ajalan kar dike. Riwek hîn rengên xwe ji kloroplast û kromoplatan digire. Lê rengên wek şîn,sor, mor, û pembe di nav şileya vakuolê çê dibe. Li gor pH a şilêyê, pîgmentên bi navê antosîyanîn reng dide kulîlk û mêweyên riwekan. Ku şileya vakuol asîdî be,li gor asta xwedîtiyê rengê sor an jî pembe çê dibe. Na,eger vakuol nutral an jî bazîk be vê gavê rengê mor an jî şîn çê dibe.

42 Berhevkar:Niyazi Durmuş Mîtokondrî: Lebatoka bi cot parzûn dorpêçkirî ye. Mîtokondrî ji bo xaneyên ajal,riwek,karok û protîstan navenda hilmija bioksîjenê ye. Bi kurtasî,ji xeynî prokaryotan hemû xaneyên eukaryotî xwediyê mîtokondrî ne. Her ku pêdiviya xaneyê bi ATP zêde yê,hejmara mîtokondriyên xaneyê jî zêde ye. xaneyên sor ê xwînê, tu mîtokondrî nahewînin,lê xaneyên kezebê ji 1000ê zêdetir mîtokondrî dihewîne. Mîtokondrî enerjiyên di nav bendên kîmyayî yên molekulên organîk,diguherîne enerjiya ATP yê. Du lebatok di guherandina enerjiyê de cih digire, a yek mîtokondrî ye a din jî kloroplast in. Van herdu lebatokan jî cotparzûnî ne û xwediyê DNA,RNA,enzîm û rîbozomên bi xwe ne. Mîtokondrî dikare bi serê xwe dabeş bibe û mîtokondriyên nû çê bike. Loma mîtokondrî û kloroplast ji lebatokan bêhtir, dişibin xaneyên xweser. DNA a xaneya mirov û DNA a mîtokondriya heman xaneya mirov ne wek hew in. Nîvê DNA a mirov ji dê,nîvê din ji ji aliyê bavê tê,lê DNA a mîtokondriyê tenê ji aliyê dê(mak) tê. Ango mirov mîtokondriyên pêşîn ji hêka makê digire,mirov ji spermên bavê tu mîtokondrî nagire. Matrîksa mîtokondrî dişibe sîtoplazmayê. Piraniya reaksiyonên hilmijê li vir dibe. Li ser parzûna hundir enzîma ATPaz heye,dema proton ji valahiya navbera parzûnan ve ber bi matrîksê diçe ji ADP, ATP çê dibe. Ji bo demeke kin Kalsîyûm di matrîksê de tê enbarkirin.

43 Berhevkar:Niyazi Durmuş (Ji xaneyên merîstematî çê bûye,bi dabeşbûnê plastîdên nû çê dike) Plastîd: Kîsikên bi cotparzûn dorpêçkirî ne. Ji proplastîdan çê dibin. Proplastîd, plastîdên ku hîn cudayînebûne yin. Sê cureyên plastîd hene. Leukolpsat, kromoplast û kloroplast. Kloroplast kesk e,kromoplast sor,zer an jî tirincî yê, leukoplast bê reng e. Riwekan rengên xwe, ya ji antosîyanîn ên nav vakuolan digirin, an jî ji plastîdan digirin. Kevzên avê,protîstên wek euglena,kevz û riwek di xaneyên xwe de plastîd dihundirînin. Wekî mîna mîtokondrî, plastîd jî xwediyê DNA, RNA, enzîm û rîbozomên bi xwe ne. Sereke Erkên Plastîdan; 1.Bi fotosentezê, bin tîrojên tavê de ji av û karbondîoksîdê,çêkirina molkulên organîk. 2.Enbarkirina molekulên organîk. 3.Di nav xaneyên pel,fêkî,û kulîlkan da çêkirina rengên kesk, sor, zer û tirincî Ku pêwistî pê hebe, dibe ku leukoplast veguhere kloroplast an jî kromoplastan. Her wisa kloroplast jî dikare veguhere kromoplast û leukoplastan. Ango li gor pêdiviya xaneyê,navbera plastîdan de veguherîn çê dibe.

44 Berhevkar:Niyazi Durmuş Leukoplast: Plastîdên bêreng in. Leukoplast,bi gelemperî, di nav xaneyên tov,reh û qurm(gewde)e riwekan da cih digire. Ku leukoplast di bin tavê bimîne xwe vediguherîne kloroplast. Leukoplast lebatokên ji bo enbarkirinê ne. Li gor nifşê molekulên enbarkirî, sê cureyên leukoplast heye. Amîloplast: Nîşa embar dike. Wekî mînak ; di nav xaneyên kartol, genim û tevir de gelek zêde amîloplast hene. Elaioplasts (Lipidoplasts, oleoplasts): Rûn(lîpîd) embar dike. Bi gelemperî di tov,kakil û fêkiyên riwekan de hene. Proteînoplast(proteoplasts,aleuroplasts): Enbara proteînên belûrî dike. Her wisa navenda hîn enzîman e. Di nav xaneyên nîsk,nok, fasûlî,gûz û bindeqan da gelek proteînoplast heye.

45 Berhevkar:Niyazi Durmuş Kromoplast: Kromoplast plastîdên bireng in. Bi gelemperî di kulîlk,fêkî(mêwe),pel û rehên riwekan de derdikeve holê. Kromoplast ji veguherîna proplastîd,leukoplast an jî kloroplastan çê dibe. Riwek bi riya kromoplastan hîn mesajan dişîne derdora xwe. Kulîlk bi pelên tancikê(petal) xwe yên rengîn bala kezik,çûk û ajalên din dikişine ser xwe. Dema kezikek xwe li ser riwekê datîne,dibe ku hîn tov û tozkulîlk(polen) bi bask û perê wî ve bizeliqe û ku ev kêzik bifire ser kulîlkek din bi van tozkulîlkan kulîlk dol bigre. Piştê dolgirtina kulîlkê tovê riwekê çê dibe,lê divê ev tov li derdorê cîhanê belav be. Ji ber ku piraniya tov giran in û bi hêza bayê cih naguherin, riwek ji bo belavkirina tovên xwe,hêza ajalan bi kar tîne. Piştî dolgirtinê,tov di nav fêkiyê de hêdî bi hêdî dicivire. Heta ku tovên di nav fêkiyê bi têra xwe necivire, rengê fêkiyê wekî pelên riwekê kesk e. Dema gihaştina tovê qediya,îcar bi alîkariya hormonan, kloroplastên di xaneyên fêkiya xang vediguhere kromoplastan. Di heman demê de fêkî êdî nerm û şîrîn dibe û bêhna fêkiya stewihî li der dor belav dibe. Ev reng û bêhn ên xweş bala ajalan dikişine ser xwe. Fringiya kesk hem hişk e hem jî tirş e. Lê dema kloroplast vediguhere kromoplastan,rengê fringiyê sor dibe. Heman demê de firingî piçek nerm û şîrîn dibe.

46 Berhevkar:Niyazi Durmuş Sê rengên kromoplastan ; sor,tirincî û zer e. Pîgmentên reng didin kromoplastan wekî karotenoîd tên bi nav kirin. Karotenîd fotosentezê nake, lê tîrojên roniyê dikişîne hundirê xwe(dimije) û ji bo fotosentezê dişîne kloroplastan. Her wîsa kromoplast,kloroplastan ji zîyanên tîrojên tavê jî diparêzin. Dema payîzê pelên daran ku hîn neweşiyane reng diguherînin. Rengên pelan ji kesk diguhere sor an jî zerê. Pelên darê hem kloroplast hem jî kromoplast dihewîne,lê hejmara kloroplastan gelek pir e, loma kromoplast havînê nayên dîtin. Payîzê kloroplast xera dibin tenê kromoplast dimîne,loma rengê pelê jî diguhere. Di nav kromoplastên lemomê de pîgmenta zer a bi navê zentofîl (xanthophyll) heye pîgmenta sor a di nav kromoplastên îsot,firingî,zebeş û hîn fêkîyên din ên sor wekî lîkopen te bi nav kirin. Gizêr,kundir,arûng di kromoplastên xwe de pîgmenta bi navê karoten dihundirînin.

47 Berhevkar:Niyazi Durmuş Kloroplast: Ji bo riwekan rengê bingehîn kesk e. Di nav plastîda kloroplastê de pîgmenta bi navê klorofîl heye,klorofîl kesk e. Ev riwekên kesk rengên xwe ji klorofîlê digirin. Pel û guliyên giha û riwekên yeksalî gelek kloroplast dihundirîn in, loma van beşên riwek xwerû kesk e. Riwekên pirsalî tenê bi pel û çiqilên yeksalî kesk in. Di xaneyên qurmê darên pirsalî de kloroplast tune ye. Lazût riweka yeksali ye. Di xaneyên pel û qurmên wê de gelek kloroplast heye. Dara sêvê riweka pirsalî ye. Tenê pel û çiqilên nû bûyî bi kloroplast in. Kevzên avê rengê xwe yên kesk ji kloroplastên nav xaneyên xwe digirin. Klamîdomonas (Chlamydomonas) zîndewerek yekxaneyî ye, û xwediyê kloroplastekî ye.

48 Berhevkar:Niyazi Durmuş Hemû xaneyên riwek bikloroplast nîn in. Di xaneyên ku fotosentezê dikin, hejmara kloroplastan bi qasî heb in. Kloroplastên riwekan sê parzûnî ye; parzûna derve, parzûna hundir û parzûna tîlakoîdê. Kloroplast an raste rast ji proplastîd çê dibe an jî ji etîoplast çê dibe. Etîoplast jî kloroplast e,lê ew di tariye de maye û hê derneketiye roniyê. Di bin ronahiya tavê de etîoplast bi bandora hormona bi navê sîtokînîn, vediguhere û dibe kloroplast. Her wisa leukoplast û kromoplast jî vediguherin kloroplasta. Di nav tîlakoîde de pîgmenta klorofîl heye. Ev pîgment kesk e. Stroma fena sîtoplazmayê ye. DNA,rîbozom,RNA û hîn enzîmên ji bo fotosentezê di nav stromayê de belav bû ye. Kloroplast dikare bi serê xwe dabeş bibe û hejmara xwe zêde bike. Enerjiya roniyê li nav garanûmê tê mijandin(absorb,kişandina hundir). Klorofîlên di nav tîlakoîdê, enerjiya roniyê vediguherîne enerjiya kîmyayî. Beşek reaksiyonên fotosentezê ên ku bi roniyê girêdan e,di nav granûmê de çê dibin, reaksiyonên bi roniyê ve ne girêdayî ye, di stromayê de çê dibin. Kloroplast bi fotosentezê hem molekulên organîk çê dike hem jî oksîjena ji parçebûna avê derdikeve holê,belavê atmosferê dike. FOTOSENTEZ

49 Berhevkar:Niyazi Durmuş Gerdûna(dinya) me ji 4,5 milyar salan mezintir e. Li ser rûyê erdê bi qasî 3,8 milyar salan berê, cara yekemîn zîndewerên prokaryotî çê bûne. Bi qasî 1,8 milyar salan ji berê niha, xaneyên eukaryotî pêk hatiye Gelo xaneyên eukaryotî ji yên prokaryotî çê bûne ? Teoriya Endosîmbîosî bersîva vê pirsê dide. Peresana Prokaryotiyan Ber Bi Eukaryotiyan (A) 2 milyar salan berê niha di nav avê de tenê xaneyên prokaryotî hebû. Hîn ji wan an xwe xweyker(ototrof) bû hîn jî hazirxwur(heterotof) bûn hîn ê wan aerobî hîn jî anaerobî bûn. Ji bilî lebatokên plastîd û mîtokondrî, hemû lebatokên bi parzûn, ji parzûna plazmayê çê bûyî ne. (B) Xaneya prokaryotî ya pêşî(bapîrî),bi xaneyên din ve xweyî dibû. xaneya bapîrî, xaneya aerobî bi fagosîtozê dadiqurtê,lê wê di hundirê vakuola adanê de nedihine û naxwe. xaneya bapîr bi xaneya daqurtî ve jiyana hevpar ava dike. Bi vî awayê lebatoka mîtokondrî pêk te. Her wîsa dema xaneya bapîr a heterotrofî xaneyek prokaryotî ya biklorofîl(xaneya fotosentezî) digire nav xwe û bi wê re jiyana hevpar ava dike,lebatoka kloroplast çê dibe.

50 Berhevkar:Niyazi Durmuş Hîn delîlên ku piştgirî didin Teoriya Endosîmbiozê Gelek delîlên zanistî Teoriya Endosîmbiozê destek dike. Hîn ji wan delîlan; -Şikl û mezinahiya Kloroplast û Mîtokondiriyê dişibe bakteriyan. -Mîtokondrî û Kloroplast xwediyê DNA,RNA,rîbozom û enzîmên xwe ne. -Mîtokondrî û Kloroplast bi serê xwe dabeş dibin. Ev dabeşbûna wan wekî dabeşbûna bakteriyan e. -Kloroplast û mîtokondriyên nû,ji yên berê bi dabeşbûnê çê dibin. Bakterî jî wisa dikin. -DNA û rîbozomên Kloroplast û Mîtokondiriyê dişibin ên prokaryotan. -DNA a mîtokondrî û Kloroplastan wekî mîna DNA a prokaryotan bazneyî ye û proteînê hîstonê nahundirîn e. -Rîbozomên Mîtokondrî û Kloroplastan, wekî ên prokaryotan 70S in. -Parzûna hundir a Kloroplast û Mîtokondiriyê, dişibe parzûna plazmaya prokaryotan.

51 Berhevkar:Niyazi Durmuş Dendikê Xaneyê: Ji xeynî xaneyên sor ên xwîna mirov,hemû xaneyên eukaryotî bi dendik in. Bi gelemperî her xaneyê de dendikek heye, lê di be ku hejmara dendik di nav hîn xaneyan de zêdetir be. Wekî mînak, xaneyên masûlke yên kakûtê pirdendikî ne. Bi piranî,ji xeynî riwekan,dendik di navenda xaneyê de cih digire. Di xaneyên riwekan de ji ber vakuola navendî,dendik li nêzikê parzûna xaneyê cih digire. Dendik bi cotparzûn, xwe ji sîtoplazmayê cuda digire. Ev cot parzûnên dendikê wekî ‘qalika dendikê ‘(nuclear envelope) tê bi nav kirin. Li ser qalika dendikê çavik(pore) hene. Rîbozom û RNA a ku di nav dendikê de çê bûyine,di nav van çavikan de derbasî sîtoplazmayê dibe. Parzûna derve ya dendikê bi retîkûlûma endoplazmiya girûzî ve girêdayî ye. Di xaneya riwekan da Vakuola navendî, dendikê ber bi parzûnê kaş dike.

52 Berhevkar:Niyazi Durmuş Dabeşbûna xaneyê di bin pişkinîna dendikê pêk tê. Dendik navenda enbarkirina zanyariyên genetîkî ye. Kromotîn hilgirê zanyariyên rakendî(genetîk) ye. Kromotîn di nav plazmaya dendikê(nucleoplasm) ê da cih digire. DNA û proteînên hîstonê kromatînan çê dikin. Kromatîn wek bendên ji gilokê vekirî, di nav dendikê de gij dixuyên, dema dabeşbûna xaneyê dest pê dike,kromatîn xwe duhendî dikin, paşê, tê glokkirin û kin dibe. Kromatînê duhendîbûyî û kin û glokkîrî wekî kromozom tê bi nav kirin. Ango kromatîn û kromozom di der barê genetîkî heman molekul in,lê şiklê wan ji hevdu cuda yê. Ji bilî xaneyên hêk û spermê,di nav hemû xaneyên mirov de 46 kromozom heye. Her yekê hêk û spermê 23 kromozoman dihundirînin.

53 Berhevkar:Niyazi Durmuş Li ser DNA gen henin,zanyariyên genetîk ji van genan pêk tê. Ji bo zîndeweran,rêza genan li ser DNA ji bo ew zîndewerê taybet e. Ji bilî cêwiyên yekhêkê,tu car rêza genên li ser DNA a mirovan wekhev nîn e. Pêkhateya proteînan li gor van genên li ser kromozoman,bi fermana molekula DNA a di nav dendikê de dibe. Loma, proteînên mirovan jî hinek ji hev cuda ne. DNA fermana çêkirina proteînan bi navbeynkariya mRNA(RNA a peyamber )dişîne rîbozoman. Ligel RNA, rîbozom jî di nav dendikê pêk tên. Di nav dendikê, hîn deverên plazmaya dendikê tîr û tarî dixuyin,ev deverên gogî yên bêparzûn,wekî dendikok bi nav dibe. Dendikok ji bo çêkirina rîbozoman navend e. Rîbozom û RNA a li nav dendikê çê bûyî,ji çavikên li ser qalika dendikê derbasî sîtoplazmayê dibin. Bi kurtasî dendik; -Ji beşên qalika dendikê,plazmaya dendikê,kromatîn û dendikok pêk te. -Navenda enbarkirina zanyariyên genetîkî ye. -Pişkinandina(konrol) dabeşbûna xaneyê dike. -Navenda çêkirina rîbozom û RNA e. -Dendikok rîbozoman çê dike -DNA jî RNA çê dike. -Pêkhateya proteînan di bin kontrola dendikê dibe.

54 Berhevkar:Niyazi Durmuş Kakûtê Xaneyê Hemû xane xwediyê kakût in. Kakût şikl dide xaneyê. Lebatokên xaneyê bi alîkariya kakûtê xaneyê,di nav sîtoplazmayê de cih diguherin,an jî xwe bi kakûtê ve girê didin û cihê xwe sabit dikin. Li gel lebatokan, xane jî bi alîkariya kakûtê dilive. Her wisa kakût di dabeşbûna xaneyê de ji bo parvebûna kromozom û sîtoplazmayê jî alîkarî bi xaneyê dike. Kakûtê xaneyên eukaryotî ji sê cure proteînan pêk tê. Kakût, tora rîşên proteînên nav sîtoplazmayê ye.

55 Berhevkar:Niyazi Durmuş Kakûtê Xaneyê a) -sentrîol ji Mîkrotubulan çê dibin. -Rîşik(cilium) û dûçik(flagellum) ên xaneyê ji mîkrotubulan çê dibin. -Vezîkûl(kîsik) ên hilgir bi riya mîkrotubulan di nav sîtoplazmayê de cih diguherin. - Rîşê teşî (spindle fibers) karê parvebûna kromozoman pêk tîne û ji gurzên mîkrotubulan çê dibin. b) -Livîna amîbî(ameboid movement) bi proteînên aktînê dibe. Her wisa qerastina xaneyê jî bi alîkariya rîşalka aktînê pêk tê. -Dema dabeşbûna xaneyê de parvebûna sîtoplazmayê(sîtokînez) pêk tîne c) -Rîşalka navber di sîtoplazmayê de,di nav lebatokan de belav bûyî ye. - Zexmbûna xaneyê pêk tîne. -xaneyê bi xaneyên cînar ve girê dide. -Di dendikê de ji bo zexmbûna qalika dendikê qata dendikê (nuclear lamina) çê dike. Sê cureyên proteînên kakûtê xaneyê

56 Berhevkar:Niyazi Durmuş Dîwarê Xaneyê Xaneyên riwek,karok,bakterî û arkebakteriyan ji bilî parzûnê bi dîwarê xaneyê dorpêçkirî ne. Dîwarê xaneyên riwekan ji selulozê çêbûyî yê. Ên karokan ji kîtînê çêbûyî ye. Dîwarên xaneyên bakteriyan ji peptîdoglîkan,ên arkebakteriyan ji glîkoprotîn û polîsakkarîdan çêbûyî ne. Dîwarê xaneyê ji parzûna xaneyê qalindtir e. Lê molekul li gor parzûne,di nav dîwarê xaneyê de hêsantir derbas dibe. Dîwarê xaneyê ji avzêya heybera Golgî tê çêkirinê. Erka dîwarê xaneya riwekan -Dîwar, ava li nav û derdora xaneyê diparêze,nahêle ku xane bêav bimîne. -xaneyê zexm dike. -Eyara pesta osmozî ya xaneyê dike. -Li hember pesta turgorê, xaneyê diparêze ku xane neqelişe. -Li hember kêzik û patojenan xaneyê diparêze. -Girbûna xaneyê kontrol dike. -Navbera xaneyên cînar de avakirina ragihîne(komunîkasyon) pêk tîne.

57 Berhevkar:Niyazi Durmuş Cudahiyên Xaneyên Ajal û Riwekan 1.Xwediyê sentrozom in 2.Dîwarê xaneyê tune ye. 3.Karbohîdrada embarkirinî glîkojen e. 4.Plastîdên wan tune ye. 5.Vakuol tune,an ji pir hûrik in. 6.Plazmodesmata (pira sîtoplazmayê) tune. 7.Hemû xane heterotrofî(hazirxwur) ne. XANEYA AJALANXANEYA RIWEKAN 1.Sentrozomên xaneyên riwekan tune ye. 2.Dîwarê xaneyê heye. 3.Karbohîdrada embarkirinî nîşa ye. 4.Xwediyê plastîdan e. 5.Vakuolek gir a navendî heye. 6.Navbera xaneyên cînar de girêdanên bi navê plazmodesmata hene. 7.Xaneyên bi kloroplast ototrofî(xwe xweyker)ne. Li gel van cudahiyan,piraniya lebatok û beşên herdu xaneyan hevbeş in. Wekî mînak; parzûn,sîtoplazma,dendik,heybera Golgî,retîkûlûma endoplazmî,rîbozom,mîtokondrî,kakûtê xaneyê.

58 Berhevkar:Niyazi Durmuş

59

60

61

62 Ji boy rexne,şîrove û alîkarî ZANIST BI KURDÎ XWEŞ E.


"Berhevkar:Niyazi Durmuş XANE. Berhevkar:Niyazi Durmuş." indir ppt

Benzer bir sunumlar


Google Reklamları