Sunum yükleniyor. Lütfen bekleyiniz

Sunum yükleniyor. Lütfen bekleyiniz

Berhevkar: Niyazi Durmuş Taybetmendiyên Zîndeweran Biyolojî.

Benzer bir sunumlar


... konulu sunumlar: "Berhevkar: Niyazi Durmuş Taybetmendiyên Zîndeweran Biyolojî."— Sunum transkripti:

1 Berhevkar: Niyazi Durmuş Taybetmendiyên Zîndeweran Biyolojî

2 Berhevkar: Niyazi Durmuş

3 Term a Biyolojî bi eslê xwe ji zimanê Yewnanî (Grek)wekî bîos logos çêbûye. Wateya bîos jiyan e, a logos jî xebat e. Ango Biyolojî bi kurtasî wekî xebata li ser zîndeweran te binavkirin. Çêbûn, zêdebûn,celeb û belavbûna zîndeweran li ser cîhanê ji bo biyolojiyê mijarên lêkolînê ye. Ji bilî vê,biyolojî li ser xane,şane,organ û laşên zîndeweran jî xebat dike. -Li ser gerdûnê jiyan çawa dest pê kir? -Di navbera zîndeweran de têkilî çawa çê dibe? -Bandora hawîr li ser zîndeweran çawa ye? -Organ û sîstemên zîndeweran çawa dixebite? Ev pirs û gelek pirsên wekî van ji aliyê Biyolojî ve tên bersîvandin. Ji ber ku wateya biyolojiyê ‘’zanista zîndeweran’’ e,divê pêşî zîndewer bên nas kirin. Heke tiştekî zîndewer be divê xwediyê hinek taybetmendiyan bin.

4 Berhevkar: Niyazi Durmuş Hinek ji taybetmendiyên bingehîn ên zîndeweran -Zîndewer herî kêm ji yek xaneyê pêk tê. -Pêdiviya hemû zîndeweran bi xwarin û xwedîbûnê heye. -Hemû zîndewer xwarine didehînin (diherisînin). -Hemû zîndewer bi hilmija xaneyê xwarin diguherînin enerjî yê. -Hemû zîndewer gir dibin û dicivirin. -Hemû zîndewer ji bo kar û barên berdewamiya jînê dilivin -Pêdiviya hemû zîndeweran bi derkirinê heye -Hemû zîndewer ji bo berdewamiya nijada xwe zêde dibe -Hemû zîndewer li hember hişyarker, mesaj an jî gefên ji hawirdorên xwe bertek nîşan didin -Hemû zîndewer li gor metabolîzmaya xwe li nav xane an jî di şane û lebatên xwe de hîn molekûlan çê dikin an ji parçe dikin -Hemû zîndewer bi adeptasyonan li jingehê de derfetên jiyana xwe zêde dike. -Li nava xane,şane û lebatên hemû zîndeweran de organîzasyon heye. Bi vê awayê bo berdewamiya jiyanê kar û barên pêwistî bi rê ve diçe. Ji ev taybetmendiyên jor yek jê kêm be wê gavê ew tişt ne zîndewar ê.

5 Berhevkar: Niyazi Durmuş 1.Zîndewer ji xane çê dibin. Hemû zîndewer herî kêm ji yek xaneyê çê dibin. Li gor hejmarên xaneyan, zîndewer bi du cure tên bi navkirin. Zîndewerên mîna bakterî,amîp,paremesyûm ji ber ku tenê ji yek xane çêbûne wek zîndewerên yekxaneyî (unicellular) tên bi navkirin. Van zîndewer bi alîkariya mîkroskobê tên xuyakirin. Ev komên bakterî yên li wêne,bi navê Mycobacterium tuberculosis e. Ev zîndewerên yekxaneyî di laşê mirovan de dibe sedema nexweşiya tuberkûloz(Êşa zirav) Amîp zîndewerek yekxaneyî e. Hin cureyên amîp dibe sedema nexweşiya dizanteriyê Paremesyûm zîndewerek yekxaneyî e. a) Zîndewerên Yekxaneyî (unicellular)

6 Berhevkar: Niyazi Durmuş b) Zîndewerên Pirxaneyî (Multicellular) Hemû ajal,riwek û hinek cureyên karok(kuvark) û kevz wekî pirxaneyî tên binavkirin. Ji ber ku van zîndeweran ji gelek xaneyan çê bûne,mirov bi çavên tazî(bê mîkroskobê) dikare wan bibîne. Piraniya karok pirxaneyî ne. Riwek û kevz pirxaneyî ne. Laşê mirov ji 35 trilîyonê pirtir xaneyan çê bûye. Hemû ajal pirxaneyî ne.

7 Berhevkar: Niyazi Durmuş 2.Xwedîbûn: Zîndewer ji bo çêkirina xane,derman kirina birinan,girs bûn, ji bo metabolîzma û kar û barên rojane, hewceyên adan û enerjiya ATP ne. Zîndewer bi xwedîbûnê ji adan(xwarin) enerjî derdixin. Li gor cureya xwedîbûnê, du celeb zîndewer hene; ototrof û heterotrof a) Zîndewerên ototrof: Hin zîndewer adanên xwe ji daringên(madeyên) înorganîk çê dikin. Ev kar wekî ototrof tên binavkirin. Zîndewerên ototrof bi rêka fotosentez an jî bi kemosentez,ji av û karbon dîoksîdê adanên xwe çê dikin. Riwek, kevz û hîn zîndewerên yekxaneyî (wekî mînak,bakteriyen biklorofîl û oglena) bi alîkariya tîrêjên rojê(tîrêjtav),ji karbon dîoksît û avê adanê organîk(glîkoz) çê dikin. Ev cureya ototrofî wek fotosentez tê navkirin. Hin cureyên bakteriyên bêklorofîl,adanên xwe ji karbondîoksît û avê çê dikin,lê ji bo vê karê çavkaniya enerjî ne tav e. Ji ber ku enerjî ji reaksîyonên kîmyayî distîne,ev cureya ototrofî wek kemosentez tên binavkirin. FOTOSENTEZ

8 Berhevkar: Niyazi Durmuş b) Zîndewerên heterotrof Hemû ajal,piraniya kuvark û hîn cureyên bakterî,adanên xwe çê nakin, ji ajal û riwekan peyda dikin. Ev zîndewerên hazirxur wek zîndewerên heterotrof tên binavkirin. Li gor cureya adan û xwedîbûnê sê cinsên heterotrof hene, 1.Giyaxur :Ajalên ku bi giha(riwek )xwedîdibe. Mînak: hesp,kergoşk 2.Goştxur::Ajalên ku bi goşt xwedîdibe. Mînak: şêr,piling 3.Giştxur (omnîvor): ajalên ku hem bi goşt hem jî bi riwek xwedîdibe. Mînak: Mirov,hirç Kergoşk giyaxur e.Rovî goştxur e.Hirç giştxur e.

9 Berhevkar: Niyazi Durmuş 3.Dehan (hezm): Xwarinên wek proteîn,karbohîdrad, rûn û molekulên gir, divê werin dehandin. Zîndewer xwarinên girmolekulî (polîmer) didehînin,bi vî awayê hûrmolekulên (monomer),wekî amîno asîd,glûkoz,glîserol û asîdên rûnê çê dibe. Li gor cihê dehandinê,du cinsê dehan heye. a) Dehandina li nav xane :Zindewerên wek mînak amîp û Paramesyûm yekxaneyî ne. Xwarinên xwe yên polîmer li nav xaneyê didehînin. Enzîmên dehandinê ji organela lîzozomê avzê dibe. Di laşê mirov de ji xaneyên xwînê yên bi navên lekosît (xaneyên spî yên xwînê) jî, mîkro organîzmayên nav xwînê bi dehandina nav xane tune dike.

10 Berhevkar: Niyazi Durmuş Sîstema dehandinê a çûçikê b) Dehandina li derve xane. Ji xeynî kefa derya(sunger) hemû ajal,karok û riweka mêşxur xwarinan li derve xane didehînin. Enzîmên dehandinê ên ajalan ji toşpiyan, avzêyê kanala dehandinê dibe,xwarin dema di kanalê de derbas dibe hêdî bi hêdî bi alîkariya av û enzîman li derve şanê lê li hundirê laş tê dehandin. Karok û riweka mêşxur enzîmen dehandinê li ser xwarinên li derveyê laşê wan e avzê dike,xwarin li derveyê laş û xane tê dehandin,piştre xwarinên dehandî digirin nav xaneyan. Riwekên mêşxur mêşên ku xwe li ser pelên wî datînin digre nav pelên xwê û didehîne Karokên li ser darê şîn bûne,enzîmên xwe valayê li ser darê dikin û darê didehînin Çûçik bi dev û nikulê xwe xwarinê dixe kanala dehandinê. Dema xwarin di kanalê de derbas dibe ji toşpiyan enzîm bi xwarin re li hev dikeve û xwarin li derveyê xaneyan lê li hundirê laşê wê de didehe, paşê xwarina dehandî di nav xaneyên de tên girtin.

11 Berhevkar: Niyazi Durmuş 4.Hilmij: Li nav xane ji bo çêkirina molekula ATP, parçekirina adanê wek hilmija xane tê bi navkirin. Li nav zîndeweran li gor bikaranîn an jî ne bikaranîna oksîjen,du cureyên hilmija xane heye. a) Hilmija bêoksîjen (Hilmija anaerobîk): adanên organîk ên wek glûkoz,amîno asîd di nav xane bi alîkariya enzîman, lê bêoksîjen parçe dibe û molekulên ATP çê dibe. Li gel ATP,dibe ku karbon dîoksît,alkola etîlê, an jî asîda laktîk jî wek daringên bermayî der bikeve holê. Ji ber ku molekula glûkoz bi tevahî parçe nabe, pir hindik ATP çê dibe. Zîndewerên yekxaneyî,wekî hîn cureyên bakterî û karok bi meyandinê,dibin sedema çêbûna vexwarinên wek bîra,mey û xwarinên wek nan,mast. Her wiha xaneyên maskûlke yên mirov ji carinan bi hilmija bêoksîjen ATP çê dikin. Gava fermentasyona asîda laktîk dibe,ji xeynî ATP asîda laktîk jî wek bermayî li nav xane û xwînê de berhev dibe. Hebûna asîda laktîk bandor li ser laşê mirov dike û dibe sedema westan a mirovan. Kuvarka meya bi navê Saccharomyces cerevisiae hilmija bêoksîjen dike. Ev hevîrtirş dema meyandina hevîre, karbondîoksît derdixe. Beqokên Karbon dîoksît dibe sedema pişpişîna hevîr. Bakteriyên bi navê Streptococcus termophilus û Lactobacillus bulgaricus bi meyandina asîda laktîk, şîrê veduguherînin mast. Kuvarka meya,bi rêka meyandina alkola etîlê,ava tirî yê vediguherîne mey ê

12 Berhevkar: Niyazi Durmuş b) Hilmija Bioksîjen (Hilmija Aerobîk): Adanên organîk ên wek glûkoz,amîno asîd di nav xaneyê de bi alîkariya oksîjen û enzîman parçe dibin û molekulên ATP çê dibe,av û karbon dîoksît wek daringên bermayî derdikeve holê Hemû ajal,riwek û piraniya zîndewerên yekxaneyî bi rêka hilmija bioksîjen ve pêdiviyên xwe yên bi enerjiya ATP bi dest dixin. Hinek cureyên bakterî jî, bi hilmija bioksîjen ATP çê dikin. Li xaneyên ajal û riwekan de organela bi navê mîtokondirî wek navenda hilmijê kar dike. glûkozOksîjenKarbon dîoksîtAvEnerjîOksîjen Enzîm Enerjî

13 Berhevkar: Niyazi Durmuş 5. Girbûn û Civirîn: Dema dergûşek(pitik) diwelide giraniya wî bi qasî 3 kîlo ye. Bejna wî nêzîkî 50 santîm e. Bi mijandina şîrê dayika xwe,roj bi roj girtir û dirêjtir dibe. Zimanê dergûşê heye lê nikare bipeyive, ling û çîpê wî heye lê nikare bimeşe. Çend sal piştî ji dayikbûnê êdî bi hêsanî dikare bipeyive û bimeşe ev rewş wekî civirîn tê binavkirin. Ne tenê mirov,hemû zîndewer gir dibin û dicivirin. Zîndewerên pirxaneyî bi xane ya zîgot dest bi jinê dikin. Ji ber ku xane dabeş dibe û her xaneyên nû çêbûyî dabeşînê berdewam dikin, hejmara xaneyên zîndewer zêde dibe. Bi zêdebûn û girbûna xaneyan zîndewer jî gir dibe. Girbûna ajalan bisînor e,lê girbûna riwekên pirsalî bêsînor e. Wekî mînak, dar çiqas bijî ewqas gir dibe. Mirov heyanî salên 20î gir dibe,lê paşê hormona girbûnê kêm dibe û girbûn radiweste. Darberû bêsînor gir dibe. Her tim asta hormona girbûnê di xaneyên darê de bilind dimîne. Loma dar çend sal bijî evqas gir dibe.

14 Berhevkar: Niyazi Durmuş 6. Livîn: Hemû zîndewer dilivin. Sedemên livîna ajalan; -derketina nêçîrê, -xwedîbûn, -xweparastin, -xwehewandin -zêdebûn, -koçberiya ber bi jîngehên bi av û adanê dewlemend, -koçberiya demsalî ji jîngehên sar û bêber ber bi jîngehên hênik û biber, -karesatên sirûştî,wekî mînak şewata li mêrg û daristanan,erdhej, lehî û aşît, Livîna ajalan û a zîndewerên yekxaneyî hem dibe sedema guhertina cih, hem ji dibe sedema xebata organ û sîstemên laşê zîndeweran. Ango livîna ajal û zîndewerên yekxaneyî livîna aktîf e. Riwek û kevz ji dilivin,lê livîna wan pasîf e. Ango ew nikarin cihê xwe biguherin. Riwek û kevz ji bo ku pelên xwe bigihînin tîrêjên rojê,an jî kokê xwe ber bi avê dirêj kin cih naguherin lê ew pozîsyona pel û kokê xwe diguherînin. Ev cureya livînê wekî tropîzm tên binavkirin. Şêr ji bo nêçîrê, gamêş ji bo xweparastinê dilive Leglegan ber bi dawiya payîzê ji bo jîngehên hênik û biadan,koçberiya ber bi başûrê dikin. Livîna ev hechecokê ji bo parastin û xwedîkirina cûcikên xwe ye. Ev riwek xwe ber bi tavê dilivîne da ku pelên vî tîrêjên rojê baştir bigire. Ev cureya livînê wekî fototropîzm tê binavkirin. Zîndewerên yekxaneyî, bi lingên derew(pseudopod), bi rîşik an jî bi dûçik dilivin.

15 Berhevkar: Niyazi Durmuş 7. Derkirin: Li nav xaneyên zîndeweran her tim reaksiyonên kîmyayî bi rê ve diçe. Di dema reaksiyonê an jî li dawiya reaksiyonê li nav xaneyan hîn madeyên bermayî çê dibe. Van bermayî ji karbon dîoksît,av,madeyên bi nîtrocen(NH3,NH4)hîn cureyên xwê û ji mîneral pêk tê. Wekî mînak,bi hilmija şanê,glûkoz parçe dibe û ATP çê dibe,lê karbon dîoksît û av jî wek madeyên bermayî li nav şanê û nav xwînê berhev dibe. Eger asta van madeyên bermayî nav xwînê de bilind bibe wê ziyanek mezin bide zîndewerê. Ji xane an ji ji laş dûrxistina madeyên bermayî wek derkirin tê bi navkirin. Di laşê mirov de lebata derkirinê ya serekî gurçik e. Çerm,pişik, kezeb û sîstema dehandinê jî alîkariya derkirinê dike. Sîstema derkirin a mirov Pişik

16 Berhevkar: Niyazi Durmuş Ne tenê ajal, lê pêdivîya riwek û organîzmên yekxaneyî jî bi derkirinê heye. Karbon dîoksît,Oksîjen û av ji stoma (çavikên li ser pel) tên derkirin. Riwek, bi pel weşanê hinek madeyên bermayî davêjin der. Riwek ji bo avêtina ava şilemenî û xwê yên di nav avê de, vekirinên bi navê hîdatod bi kar tînin. Der kirina dilopên avê ji hîdatodan wek gutasyon tê bi navkirin. Zîndewerên yekxaneyî ne hewceyên sîstema derkirinê ne. Madeyên bermayî ji xane bi rê ya dîfuzyon an jî bi egzosîtoz tên dûrxistin Çavikên di pelên riwek, wek stoma tê binavkirin. Riwek ji bo stendin û dayin a gazên CO 2 û O 2 stoma bi kar tînin. CO 2 û O 2 navbera riwek û atmosferê bi du alî cih diguherînin. Hilma avê ji riwek ber bi atmosferê bi yek alî tê derkirin.

17 Berhevkar: Niyazi Durmuş 8. Zêdebûn: Zîndewer ji bo ku nîjada xwe bidomînin û neqelin,zêde dibin. Du cureyên zêdebûnê heye; zêdebûna bêzayendî û zêdebûna bizayendî, a) zêdebûna bêzayendî : Organîzmên yekxaneyî, hîn riwek,karok û hîn cureyên ajal bê ku herdu dêbav(dê û bav) hebin dikarin zêde bibin. Wekî mînak bakterî,amîp,kuvark a meya, bi dabeşîna xaneya mîtozê zêde dibin. Zêdebûna bi dabeşîna mîtoz, tu guhertinên genetikî bi zîndewerên nû re çê nake. Ango zîndewerên ku bêzayendî zêde dibin wekî jibergirtinên (kopiyên) hev in. bûtik Bakterî û paremesyum bi dabeşîna mîtoz,bêzayendî zêde dibin. Zêdebûna bakteriyêZêdebûna paremesyumê

18 Berhevkar: Niyazi Durmuş 8. Zêdebûn: bûtik Zêdebûna kuvark Van herdu guliyên darê di nav avê ji bo derxistina reh bi qasî 2 heftan tên hiştin, paşê tên çikilandin(çandin). Bi vî awayê dar bêzayendî zêde dibe Zêdebûna riwekan bi zêdebûna bêzayendî Kuvarka meya yekxaneyî ye. Bi bûtikdanê, bêzayendî zêde dibe. Ev kuvark wekî hevîrtirş tê bi navkirin. Zêdebûna hîdrayê bi bûtikdanê Navê vî ajalê hîdra ye. Hîdra bi bûtikdanê, bêzayendî zêde dibe. Zêdebûna kuvarka meya bi bûtik danê

19 Berhevkar: Niyazi Durmuş b) zêdebûna bizayendî : Piraniya ajal û riwek bizayendî zêde dibin. Di vê cureya zêdebûnê de zîndewerê nû,ji xaneyên zayendê yên mê û nêr çê dibin. xaneya zayendê ya mê hêk e. xaneya zayendê ya nêr jî sperm e. xaneyên zayendê bi dabeşîna mîyoz çê dibin. Xaneyên cot kromozomî (dîploîd) bi dabeşîna mîyozê hejmara kromozomên xwe dadixînin nîvê. Ango xaneyên zayendê ne cot kromozomî lê fer kromozomî ne.(haploîd).Zêdebûna bi zayendî bi hevvedanîn a hêk û spermê çê dibe. Piraniya ajal û riwek bi riya zêdebûna bizayendî zêde dibin.

20 Berhevkar: Niyazi Durmuş Riwek û ajal di hêkdanka xwe de bi dabeşîna xaneyê a mîyozê ji xaneya cot kromozomî,xaneyên fer kromozomî (haploîd) çê dikin. Sperm di testîsê ajalan de,tozkulîk jî di nêrikê riwekan de çê dibin. Xaneyên zayendê (hêk û sperm) bi dabeşîna xane ya mîyoz di organên hêkdank û testîsê zîndeweran de çê dibin. Di hêkdankê de çêbûna hêk wekî Oogenesîs tê binavkirin. Di gunê(testîs) de çêbûna sperm wekî Spermatogenesîs tê binavkirin.

21 Berhevkar: Niyazi Durmuş 9. Hişyarkerên hawirdorê û bertek nîşandin: Zîndeweran li hember hişyarkerên ku bandorê li wî dike,bertek nîşan didin. Germayî,sermayî,birçîtî,tî bûn,tirs,deng,bêhn,ronahî û hvd.her yek ji boy zîndeweran hişyarker e. Zîndewer bi bertek nîşandanê, xwe ji gefên hawirdor diparêze. Ji boy piling, birçî bûn hişyarker e, bi bandora vî hişyarkerê derketina nêçîrê jî bertek e. Ji boy xezalekê li hawirdor hebûna piling gef e û hişyarker e, revîn û ji pilingê bidûrketin jî bertek nîşandin e. Ji boy pisîkê, kûçik gef e. Loma, pisîk pirçên xwe li hember kûçik dipişpişîne. Ev tawusê nêr ji bo bala tawusa mê bikişîne ser xwe,pûrtikên doçika xwe ya rengdar vedike. Ev gakûvi,dawiya zivistanê,dema germahiya hawirdor zêde dibe hirîyên xwe (pirçên xwe) diweşîne,da ku xwe ji germahiya havînê biparêze. Ji boy vî riwekê,erdkêşî hişyarker e. Reh ê riwek ber bi erdkêşî dirêj dibe,lê pel û gulî li dij erdkêşî ber bi tavê dirêj dibe. Ev berteka riwek wekî jeotropîzm tê binavkirin.

22 Berhevkar: Niyazi Durmuş 10.Metabolîzma: Di nav xane an jî di şane û lebatan de, bi reaksiyonên kîmyayî çêkirin an jî parçekirina molekulan wekî metabolîzma tê binavkirin. Ku molekul parçe dibin û enerjî û molekulên hûriktir çê dibin,ev kar wekî katabolîzma tê binavkirin. Heke ji molekulên hûrik(biçûk) bi xerckirina enerjî û bi reaksîyonên kîmyayî molekulên gir çê bibe vê gavê ev kar wekî anabolîzma tê binavkirin. Ango metabolîzma ji anabolîzma û katabolîzmayê pêk tê. Leza metabolîzma ya mirovên ciwan ji yên kal û pîran zêdetir e. Hinek ajal û riwek dema zivistanê leza metabolîzmaya xwe kêm dikin,da ku xwe bigihîne rojên hênik ên biharê. Di nav xaneyê,ji av û karbon dîoksîdê çêkirina glûkoz ango fotosentez reaksiyonek anabolîk e. Bi hilmija xaneyê,ji bo bidestxistina enerjiyê parçekirina glûkoz reaksiyonek katabolîk e. Di laşê mirov de hormona bi navê tîroksîn ku ji toşpiya tîroîd avzê dibe,li ser leza metabolîzmayê xwedî bandor e. Reaksiyonên Anabolîk Enerjî molekulên girtir molekulên hûrik = Metabolîzma + Reaksiyonên Katabolîk molekulên hûrik molekulên girtir Enerjî

23 Berhevkar: Niyazi Durmuş 11.Adeptasyon: Guherînên genetikî ku di laşê zîndeweran de çê dibe û derfetê jiyana wan a li warê wan baştir dike, wekî adeptasyon bi nav dibe. Ango zîndewer carek adeptasyonek nîşan bide, ev adeptasyon wê di siberojê de bi riya kromozoman derbasî nifş(jenerasyon) ên nû bibe. Zîndewer bi adeptasyonan, xwe ji gefên êrîşkaran diparêzin,vedişêrin,bi hêsantir nêçîr dikın û bextê berdewamiya jiyana xwe li jîngehê zêdetir dikin. Ev roviyê cemserê bi rengê pirçên xwe di nav berfê de xwe zaf vedişêre û bê ku bên dîtin derdikeve nêçîrê. Poz û guhên vî yên biçûk laşê vî ji sarmayê diparêze. Kaktûs li warên germ û bê av dijî. Bi adeptasyone pelên kaktûs, bûnê dirî bi vî awayê hem laşê kaktûsê ji ajalan diparêze,hem jî nahêle ku av ji kaktûsê dûkel bibe. Gewdê kaktûsê jî bi adeptasyone guheriye û avê di nav xaneyên xwe de embar dike Di wêneya aliyê çepê de nav pelan de sê hev beq hene. Di wêneya rastê de li nav qulora darê de kundek heye. Kamûflajên van ajalan adeptasyone. Lingên çûçik li gor jingeh û xwedîbûn a wan guheriye. Ev adeptasyon fersende dayê van ajalan ku belavê hemû ruyê erdê bin.

24 Berhevkar: Niyazi Durmuş 12.Organîzasyon: Ji boy berdewamiya jiyana xwe, zîndewer pêdivî bi karên wek xwedîbûn,hilmija xaneyê,derkirin,û karên din tîne. Ji boy van karan divê di nav xaneyê de hîn reaksiyonên kîmyayî çê bibin. Ji bo reaksiyon dest pê bike,pêdivî bi enzîm, hormon, proteîn û ATP heye.Hemû molekul û organelên xaneyê divê bi hev du re bi senkronîzî (hevedemî) bixebitin. Loma divê haya hemû organel,xane û lebatan ji hev hebin û bi nav organîzasyonekî hevbeş karên pêwist bi cih bînin. Di laşê zîndeweran de bi atom û molekulan organel çê dibe. Hemû organel û molekulên pêwist bi hevre xaneyê çê dikin. xaneyên bi kar û morfoljîyê de dişibin hev,digihêjin hev, bi vî awayê tevînek çê dibin. Tevînek lebatan,lebat jî sîstema lebatan çê dike. Zîndewer jî ji sîstemên lebatan çê dibe. Ev organîzasyon bi hemû zîndewerên pirxaneyî de wisa ne.

25 Berhevkar: Niyazi Durmuş Hin têgehên di vî beşê de hatine bikar anîn

26 Berhevkar: Niyazi Durmuş

27 Ji boy rexne,şîrove û alîkarî ZANIST BI KURDÎ XWEŞ E.


"Berhevkar: Niyazi Durmuş Taybetmendiyên Zîndeweran Biyolojî." indir ppt

Benzer bir sunumlar


Google Reklamları