Sunum yükleniyor. Lütfen bekleyiniz

Sunum yükleniyor. Lütfen bekleyiniz

Berhevkar: Niyazi Durmuş Taybetmendiyên Zîndeweran Biyolojî.

Benzer bir sunumlar


... konulu sunumlar: "Berhevkar: Niyazi Durmuş Taybetmendiyên Zîndeweran Biyolojî."— Sunum transkripti:

1 Berhevkar: Niyazi Durmuş Taybetmendiyên Zîndeweran Biyolojî

2 Berhevkar: Niyazi Durmuş Term a Biyolojî bi eslê xwe ji zimanê Yewnanî (Grek)wekî bîos logos çêbûye. Wateya bîos jiyan e, a logos jî xebat e. Ango Biyolojî bi kurtasî wekî xebata li ser zîndeweran te binavkirin. Çêbûn, zêdebûn,celeb û belavbûna zîndeweran li ser cîhanê ji bo biyolojiyê mijarên lêkolînê ye. Ji bilî vê,biyolojî li ser şane,tevînek,organ û laşên zîndeweran jî xebat dike. -Li ser gerdûnê jiyan çawa dest pê kir? -Di navbera zîndeweran de têkilî çawa çê dibe? -Bandora hawîr li ser zîndeweran çawa ye? -Organ û sîstemên zîndeweran çawa dixebite? Ev pirs û gelek pirsên wekî van ji aliyê Biyolojî ve tên bersîvandin. Ji ber ku wateya biyolojiyê ‘’zanista zîndeweran’’ e,divê pêşî zîndewer bên nas kirin. Heke tiştekî zîndewer be divê xwediyê hinek taybetmendiyan bin.

3 Berhevkar: Niyazi Durmuş Hinek ji taybetmendiyên bingehîn ên zîndeweran -Zîndewer herî kêm ji yek şaneyê pêk tê. -Pêdiviya hemû zîndeweran bi xwarin û xwedîbûnê heye. -Hemû zîndewer xwarine didehînin (diherisînin). -Hemû zîndewer bi hilmija şaneyê xwarin diguherînin enerjî yê. -Hemû zîndewer gir dibin û dicivirin. -Hemû zîndewer ji bo kar û barên berdewamiya jînê dilivin -Pêdiviya hemû zîndeweran bi derkirinê heye -Hemû zîndewer ji bo berdewamiya nijada xwe zêde dibe -Hemû zîndewer li hember hişyarker, mesaj an jî gefên ji hawirdorên xwe bertek nîşan didin -Hemû zîndewer li gor metabolîzmaya xwe li nav şane an jî di tevînek û lebatên xwe de hîn molekûlan çê dikin an ji parçe dikin -Hemû zîndewer bi adeptasyonan li jingehê de derfetên jiyana xwe zêde dike. -Li nava şane,tevînek û lebatên hemû zîndeweran de organîzasyon heye. Bi vê awayê bo berdewamiya jiyanê kar û barên pêwistî bi rê ve diçe. Ji ev taybetmendiyên jor yek jê kêm be wê gavê ew tişt ne zîndewar ê.

4 Berhevkar: Niyazi Durmuş 1.Zîndewer ji şane çê dibin. Hemû zîndewer herî kêm ji yek şaneyê çê dibin. Li gor hejmarên şaneyan, zîndewer bi du cure tên bi navkirin. Zîndewerên mîna bakterî,amîp,paremesyûm ji ber ku tenê ji yek şane çêbûne wek zîndewerên yekşaneyî (unicellular) tên bi navkirin. Van zîndewer bi alîkariya mîkroskobê tên xuyakirin. Ev komên bakterî yên li wêne,bi navê Mycobacterium tuberculosis e. Ev zîndewerên yekşaneyî di laşê mirovan de dibe sedema nexweşiya tuberkûloz(Êşa zirav) Amîp zîndewerek yekşaneyî e. Hin cureyên amîp dibe sedema nexweşiya dizanteriyê Paremesyûm zîndewerek yekşaneyî e. a) Zîndewerên Yekşaneyî (unicellular)

5 Berhevkar: Niyazi Durmuş b) Zîndewerên Pirşaneyî (Multicellular) Hemû ajal,riwek û hinek cureyên karok(kuvark) û kevz wekî pirşaneyî tên binavkirin. Ji ber ku van zîndeweran ji gelek şaneyan çê bûne,mirov bi çavên tazî(bê mîkroskobê) dikare wan bibîne. Piraniya karok pirşaneyî ne. Riwek û kevz pirşaneyî ne. Laşê mirov ji 35 trilîyonê pirtir şaneyan çê bûye. Hemû ajal pirşaneyî ne.

6 Berhevkar: Niyazi Durmuş 2.Xwedîbûn: Zîndewer ji bo çêkirina şane,derman kirina birinan,girs bûn, ji bo metebolîzma û kar û barên rojane, hewceyên adan û enerjiya ATP’e ne. Zîndewer bi xwedîbûnê ji adan(xwarin) enerjî derdixin. Li gor cureya xwedîbûnê, du celeb zîndewer hene; ototrof û heterotrof a) Zîndewerên ototrof: Hin zîndewer adanên xwe ji daringên(madeyên) înorganîk çê dikin. Ev kar wekî ototrof tên binavkirin. Zîndewerên ototrof bi rêka fotosentez an jî bi kemosentez,ji av û karbon dîoksîdê adanên xwe çê dikin. Riwek, kevz û hîn zîndewerên yekşaneyî (wekî mînak,bakteriyen biklorofîl û oglena) bi alîkariya tîrêjên rojê(tîrêjtav),ji karbon dîoksît û avê adanê organîk(glîkoz) çê dikin. Ev cureya ototrofî wek fotosentez tê navkirin. Hin cureyên bakteriyên bêklorofîl,adanên xwe ji karbondîoksît û avê çê dikin,lê ji bo vê karê çavkaniya enerjî ne tav e. Ji ber ku enerjî ji reaksîyonên kîmyayî distîne,ev cureya ototrofî wek kemosentez tên binavkirin. FOTOSENTEZ

7 Berhevkar: Niyazi Durmuş b) Zîndewerên heterotrof Hemû ajal,piraniya kuvark û hîn cureyên bakterî,adanên xwe çê nakin, ji ajal û riwekan peyda dikin. Ev zîndewerên hazirxur wek zîndewerên heterotrof tên binavkirin. Li gor cureya adan û xwedîbûnê sê cinsên heterotrof hene, 1.Giyaxur :Ajalên ku bi giha(riwek )xwedîdibe. Mînak: hesp,kergoşk 2.Goştxur::Ajalên ku bi goşt xwedîdibe. Mînak: şêr,piling 3.Giştxur (omnîvor): ajalên ku hem bi goşt hem jî bi riwek xwedîdibe. Mînak: Mirov,hirç Kergoşk giyaxur e.Rovî goştxur e.Hirç giştxur e.

8 Berhevkar: Niyazi Durmuş girmolekûl hûrmolekûl 3.Dehan (hezm): Xwarinên wek proteîn,karbohîdrat,run, molekûlên gir in(makro molekûl) û divê werin dehandin. Zîndewer xwarinên girmolekûlî (polîmer) didehînin,bi vî awayê hûrmolekûlên (monomer),wekî amîno asîd,glîkoz,glîserol û asîdên run çê dibe. Li gor cihê dehandinê,du cinsê dehan heye. a) Dehandina li nav şane :Zindewerên wek mînak amîp û Paramesyûm yekşaneyî ne. Xwarinên xwe yên polîmer li nav şaneyê didehînin. Enzîmên dehandinê ji organela liyzozomê avzê dibe. Di laşê mirov de ji şaneyên xwînê yên bi navên lekosît (şaneyên spî yên xwînê) jî, mîkro organîzmayên nav xwînê bi dehandina nav şane tune dike.

9 Berhevkar: Niyazi Durmuş Sîstema dehandinê a çûçikê b) Dehandina li derve şane. Ji xeynî kefa derya(sunger) hemû ajal,karok û riweka mêşxur xwarinan li derve şane didehînin. Enzîmên dehandinê ên ajalan ji toşpiyan, avzêyê kanala dehandinê dibe,xwarin dema di kanalê de derbas dibe hêdî bi hêdî bi alîkariya av û enzîman li derve şanê lê li hundirê laş tê dehandin. Karok û riweka mêşxur enzîmen dehandinê li ser xwarinên li derveyê laşê wan e avzê dike,xwarin li derveyê laş û şane tê dehandin,piştre xwarinên dehandî digirin nav şaneyan. Karokên li ser darê şîn bûne,enzîmên xwe valayê li ser darê dikin û darê didehînin Çûçik bi dev û nikulê xwe xwarinê dixe kanala dehandinê. Dema xwarin di kanalê de derbas dibe ji toşpiyan enzîm bi xwarin re li hev dikeve û xwarin li derveyê şaneyan lê li hundirê laşê wê de didehe, paşê xwarina dehandî di nav şaneyên de tên girtin. Riwekên mêşxur mêşên ku xwe li ser pelên wî datînin digre nav pelên xwê û didehîne

10 Berhevkar: Niyazi Durmuş 4.Hilmij: Li nav şane ji bo çêkirina molekula ATP, parçekirina adanê wek hilmija şane tê bi navkirin. Li nav zîndeweran li gor bikaranîn an jî ne bikaranîna oksîjen,du cureyên hilmija şane heye. a) Hilmija bêoksîjen (Hilmija anaerobîk): adanên organîk ên wek glîkoz,amîno asîd di nav şane bi alîkariya enzîman, lê bêoksîjen parçe dibe û molekûlên ATP çê dibe. Li gel ATP,dibe ku karbon dîoksît,alkola etîlê, an jî asîda laktîk jî wek daringên bermayî der bikeve holê. Ji ber ku molekûla glîkoz bi tevahî parçe nabe, pir hindik ATP çê dibe. Zîndewerên yekşaneyî,wekî hîn cureyên bakterî û karok bi meyandinê,dibin sedema çêbûna vexwarinên wek bîra,mey û xwarinên wek nan,mast. Her wiha şaneyên maskûlke yên mirov ji carinan bi hilmija bêoksîjen ATP çê dikin. Gava fermentasyona asîda laktîk dibe,ji xeynî ATP asîda laktîk jî wek bermayî li nav şane û xwînê de berhev dibe. Hebûna asîda laktîk bandor li ser laşê mirov dike û dibe sedema westan a mirovan. Bakteriyên bi navê Streptococcus termophilus û Lactobacillus bulgaricus bi meyandina asîda laktîk, şîrê veduguherînin mast. Kuvarka meya,bi rêka meyandina alkola etîlê,ava tirî yê vediguherîne mey ê Kuvarka meya bi navê Saccharomyces cerevisiae hilmija bêoksîjen dike. Ev hevîrtirş dema meyandina hevîre, karbondîoksît derdixe. Beqokên Karbon dîoksît dibe sedema pişpişîna hevîr.

11 Berhevkar: Niyazi Durmuş b) Hilmija Bioksîjen (Hilmija Aerobîk): Adanên organîk ên wek glîkoz,amîno asîd di nav şaneyê de bi alîkariya oksîjen û enzîman parçe dibin û molekulên ATP çê dibe,av û karbon dîoksît wek daringên bermayî derdikeve holê Hemû ajal,riwek û piraniya zîndewerên yekşaneyî bi rêka hilmija bioksîjen ve pêdiviyên xwe yên bi enerjiya ATP bi dest dixin. Hinek cureyên bakterî jî, bi hilmija bioksîjen ATP çê dikin. Li şaneyên ajal û riwekan de organela bi navê mîtokondirî wek navenda hilmijê kar dike. GlîkozOksîjenKarbon dîoksîtAvEnerjîOksîjen Enzîm Enerjî

12 Berhevkar: Niyazi Durmuş 5. Girbûn û Civirîn: Dema dergûşek(pitik) diwelide giraniya wî bi qasî 3 kîlo ye. Bejna wî nêzîkî 50 santîm e. Bi mijandina şîrê dayika xwe,roj bi roj girtir û dirêjtir dibe. Zimanê dergûşê heye lê nikare bipeyive, ling û çîpê wî heye lê nikare bimeşe. Çend sal piştî ji dayikbûnê êdî bi hêsanî dikare bipeyive û bimeşe ev rewş wekî civirîn tê binavkirin. Ne tenê mirov,hemû zîndewer gir dibin û dicivirin. Zîndewerên pirşaneyî bi şane ya zîgot dest bi jinê dikin. Ji ber ku şane dabeş dibe û her şaneyên nû çêbûyî dabeşînê berdewam dikin, hejmara şaneyên zîndewer zêde dibe. Bi zêdebûn û girbûna şaneyan zîndewer jî gir dibe. Girbûna ajalan bisînor e,lê girbûna riwekên pirsalî bêsînor e. Wekî mînak, dar çiqas bijî ewqas gir dibe. Mirov heyanî salên 20î gir dibe,lê paşê hormona girbûnê kêm dibe û girbûn radiweste. Darberû bêsînor gir dibe. Her tim asta hormona girbûnê di şaneyên darê de bilind dimîne. Loma dar çend sal bijî evqas gir dibe.

13 Berhevkar: Niyazi Durmuş 6. Livîn: Hemû zîndewer dilivin. Sedemên livîna ajalan; -derketina nêçîrê, -xwedîbûn, -xweparastin, -xwehewandin -zêdebûn, -koçberiya ber bi jîngehên bi av û adanê dewlemend, -koçberiya demsalî ji jîngehên sar û bêber ber bi jîngehên hênik û biber, -karesatên sirûştî,wekî mînak şewata li mêrg û daristanan,erdhej, lehî û aşît, Livîna ajalan û a zîndewerên yekşaneyî hem dibe sedema guhertina cih, hem ji dibe sedema xebata organ û sîstemên laşê zîndeweran. Ango livîna ajal û zîndewerên yekşaneyî livîna aktîf e. Riwek û kevz ji dilivin,lê livîna wan pasîf e. Ango ew nikarin cihê xwe biguherin. Riwek û kevz ji bo ku pelên xwe bigihînin tîrêjên rojê,an jî kokê xwe ber bi avê dirêj kin cih naguherin lê ew pozîsyona pel û kokê xwe diguherînin. Ev cureya livînê wekî tropîzm tên binavkirin. Şêr ji bo nêçîrê, gamêş ji bo xweparastinê dilive Leglegan ber bi dawiya payîzê ji bo jîngehên hênik û biadan,koçberiya ber bi başûrê dikin. Livîna ev hechecokê ji bo parastin û xwedîkirina cûcikên xwe ye. Ev riwek xwe ber bi tavê dilivîne da ku pelên vî tîrêjên rojê baştir bigire. Ev cureya livînê wekî fototropîzm tê binavkirin. Zîndewerên yekşaneyî, bi lingên derewîn(pseudopod), bi silîa an jî bi dûçik dilivin.

14 Berhevkar: Niyazi Durmuş 7. Derkirin: Li nav şaneyên zîndeweran her tim reaksiyonên kîmyayî bi rê ve diçe. Di dema reaksiyonê an jî li dawiya reaksiyonê li nav şaneyan hîn madeyên bermayî çê dibe. Van bermayî ji karbon dîoksît,av,madeyên bi nîtrocen(NH3,NH4)hîn cureyên xwê û ji mîneral pêk tê. Wekî mînak,bi hilmija şanê,glîkoz parçe dibe û ATP çê dibe,lê karbon dîoksît û av jî wek madeyên bermayî li nav şanê û nav xwînê berhev dibe. Eger asta van madeyên bermayî nav xwînê de bilind bibe wê ziyanek mezin bide zîndewerê. Ji şane an ji ji laş dûrxistina madeyên bermayî wek derkirin tê bi navkirin. Di laşê mirov de lebata derkirinê ya serekî gurçik e. Çerm,pişik, kezeb û sîstema dehandinê jî alîkariya derkirinê dike. Sîstema derkirin a mirov Pişik

15 Berhevkar: Niyazi Durmuş Ne tenê ajal, lê pêdivîya riwek û organîzmên yekşaneyî jî bi derkirinê heye. Karbon dîoksît,Oksîjen û av ji stoma (çavikên li ser pel) tên derkirin. Riwek, bi pel weşanê hinek madeyên bermayî davêjin der. Riwek ji bo avêtina ava şilemenî û xwê yên di nav avê de, vekirinên bi navê hîdatod bi kar tînin. Der kirina dilopên avê ji hîdatodan wek gutasyon tê bi navkirin. Zîndewerên yekşaneyî ne hewceyên sîstema derkirinê ne. Madeyên bermayî ji şane bi rê ya difuzyon an jî bi egzosîtoz tên dûrxistin Çavikên di pelên riwek, wek stoma tê binavkirin. Riwek ji bo stendin û dayin a gazên CO 2 û O 2 stoma bi kar tînin. CO 2 û O 2 navbera riwek û atmosferê bi du alî cih diguherînin. Hilma avê ji riwek ber bi atmosferê bi yek alî tê derkirin.

16 Berhevkar: Niyazi Durmuş Zêdebûna bakteriyê Zêdebûna hîdrayê Zêdebûna kuvark 8. Zêdebûn: Zîndewer ji bo ku nîjada xwe bidomînin û neqelin,zêde dibin. Du cureyên zêdebûnê heye; zêdebûna bêzayendî û zêdebûna bizayendî, a) zêdebûna bêzayendî : Organîzmên yekşaneyî, hîn riwek,karok û hîn cureyên ajal bê ku herdu dêbav(dê û bav) hebin dikarin zêde bibin. Wekî mînak bakterî,amîp,kuvark a meya, bi dabeşîna şaneya mîtozê zêde dibin. Zêdebûna bi dabeşîna mîtoz, tu guhertinên genetikî bi zîndewerên nû re çê nake. Ango zîndewerên ku bêzayendî zêde dibin wekî jibergirtinên (kopiyên) hev in. Van herdu guliyên darê di nav avê ji bo derxistina reh bi qasî 2 heftan tên hiştin, paşê tên çikilandin(çandin). Bi vî awayê dar bêzayendî zêde dibe Navê vî ajalê hîdra ye. Hîdra bi bûtikdanê, bêzayendî zêde dibe. bûtik Kuvarka meya yekşaneyî ye. Bi bûtikdanê, bêzayendî zêde dibe. Ev kuvark wekî hevîrtirş tê bi navkirin. Bakterî bi dabeşîna mîtoz,bêzayendî zêde dibe. Zêdebûna kuvark

17 Berhevkar: Niyazi Durmuş b) zêdebûna bizayendî : Piraniya ajal û riwek bizayendî zêde dibin. Di vê cureya zêdebûnê de zîndewerê nû,ji şaneyên zayendê yên mê û nêr çê dibin. Şaneya zayendê ya mê hêk e. Şaneya zayendê ya nêr jî sperm e. Şaneyên zayendê bi dabeşîna mîyoz çê dibin. Şaneyên cot kromozomî (dîploîd) bi dabeşîna mîyozê hejmara kromozomên xwe dadixînin nîvê. Ango şaneyên zayendê ne cot kromozomî lê fer kromozomî ne.(haploîd).Zêdebûna bi zayendî bi hevvedanîn a hêk û spermê çê dibe. Piraniya ajal û riwek bi riya zêdebûna bizayendî zêde dibin.

18 Berhevkar: Niyazi Durmuş Riwek û ajal di hêkdanka xwe de bi dabeşîna şaneyê a mîyozê ji şaneya cot kromozomî,şaneyên fer kromozomî(haploîd) çê dikin. Sperm di testîsê ajalan de,tozkulîk jî di nêrikê riwekan de çê dibin. Şaneyên zayendê (hêk û sperm) bi dabeşîna şane ya mîyoz di organên hêkdank û testîsê zîndeweran de çê dibin. Di hêkdankê de çêbûna hêk wekî Oogenîs tê binavkirin. Di gunê(testîs) de çêbûna sperm wekî Spermatogenesîs tê binavkirin.

19 Berhevkar: Niyazi Durmuş 9. Hişyarkerên hawirdorê û bertek nîşandin: Zîndeweran li hember hişyarkerên ku bandorê li wî dike,bertek nîşan didin. Germayî,sermayî,birçîtî,tî bûn,tirs,deng,bêhn,ronahî û hvd.her yek ji boy zîndeweran hişyarker e. Zîndewer bi bertek nîşandanê, xwe ji gefên hawirdor diparêze. Ji boy piling, birçî bûn hişyarker e, bi bandora vî hişyarkerê derketina nêçîrê jî bertek e. Ji boy xezalekê li hawirdor hebûna piling gef e û hişyarker e, revîn û ji pilingê bidûrketin jî bertek nîşandin e. Ji boy pisîkê, kûçik gef e. Loma, pisîk pirçên xwe li hember kûçik dipişpişîne. Ev tawusê nêr ji bo bala tawusa mê bikişîne ser xwe,pûrtikên doçika xwe ya rengdar vedike. Ev gakûvi,dawiya zivistanê,dema germahiya hawirdor zêde dibe hirîyên xwe (pirçên xwe) diweşîne,da ku xwe ji germahiya havînê biparêze. Ji boy vî riwekê,erdkêşî hişyarker e. Reh ê riwek ber bi erdkêşî dirêj dibe,lê pel û gulî li dij erdkêşî ber bi tavê dirêj dibe. Ev berteka riwek wekî jeotropîzm tê binavkirin.

20 Berhevkar: Niyazi Durmuş 10.Metabolîzma: Di nav şane an jî di tevînek û lebatan de, bi reaksiyonên kîmyayî çêkirin an jî parçekirina molekûlan wekî metabolîzma tê binavkirin. Ku molekûl parçe dibin û enerjî û molekûlên hûriktir çê dibin,ev kar wekî katabolîzma tê binavkirin. Heke ji molekûlên hûrik(biçûk) bi xerckirina enerjî û bi reaksîyonên kîmyayî molekûlên gir çê bibe vê gavê ev kar wekî anabolîzma tê binavkirin. Ango metabolîzma ji anabolîzma û katabolîzmayê pêk tê. Leza metabolîzma ya mirovên ciwan ji yên kal û pîran zêdetir e. Hinek ajal û riwek dema zivistanê leza metabolîzmaya xwe kêm dikın,da ku xwe bigihîne rojên hênik ên biharê. Di nav şaneyê,ji av û karbon dîoksîdê çêkirina glîkoz ango fotosentez reaksiyonek anabolîk e. Bi hilmija şaneyê,ji bo bidestxistina enerjiyê parçekirina glîkozê reaksiyonek katabolîk e. Di laşê mirov de hormona bi navê tîroksîn ku ji toşpiya tîroîd avzê dibe,li ser leza metabolîzmayê xwedî bandor e. Reaksiyonên Anabolîk Enerjî Molekûlên girtir Molekûlên hûrik = Metabolîzma + Reaksiyonên Katabolîk Molekûlên hûrik Molekûlên girtir Enerjî

21 Berhevkar: Niyazi Durmuş 11.Adeptasyon: Guherînên genetikî ku di laşê zîndeweran de çê dibe û derfetê jiyana wan a li warê wan baştir dike, wekî adeptasyon bi nav dibe. Ango zîndewer carek adeptasyonek nîşan bide, ev adeptasyon wê di siberojê de bi riya kromozoman derbasî nifş(jenerasyon) ên nû bibe. Zîndewer bi adeptasyonan, xwe ji gefên êrîşkaran diparêzin,vedişêrin,bi hêsantir nêçîr dikın û bextê berdewamiya jiyana xwe li jîngehê zêdetir dikin. Ev roviyê cemserê bi rengê pirçên xwe di nav berfê de xwe zaf vedişêre û bê ku bên dîtin derdikeve nêçîrê. Poz û guhên vî yên biçûk laşê vî ji sarmayê diparêze. Kaktûs li warên germ û bê av dijî. Bi adeptasyone pelên kaktûs, bûnê dirî bi vî awayê hem laşê kaktûsê ji ajalan diparêze,hem jî nahêle ku av ji kaktûsê dûkel bibe. Gewdê kaktûsê jî bi adeptasyone guheriye û avê di nav şaneyên xwe de embar dike Di wêneya aliyê çepê de nav pelan de sê hev beq hene. Di wêneya rastê de li nav qulora darê de kundek heye. Kamûflajên van ajalan adeptasyone. Lingên çûçik li gor jingeh û xwedîbûn a wan guheriye. Ev adeptasyon fersende dayê van ajalan ku belavê hemû ruyê erdê bin.

22 Berhevkar: Niyazi Durmuş 12.Organîzasyon: Ji boy berdewamiya jiyana xwe, zîndewer pêdivî bi karên wek xwedîbûn,hilmija şaneyê,derkirin,û karên din tîne. Ji boy van karan divê di nav şaneyê de hîn reaksiyonên kîmyayî çê bibin. Ji bo reaksiyon dest pê bike,pêdivî bi enzîm, hormon, proteîn û ATP heye.Hemû molekûl û organelên şaneyê divê bi hev du re bi senkronîzî (hevedemî) bixebitin. Loma divê haya hemû organel,şane û lebatan ji hev hebin û bi nav organîzasyonekî hevbeş karên pêwist bi cih bînin. Di laşê zîndeweran de bi atom û molekûlan organel çê dibe. Hemû organel û molekûlên pêwist bi hevre şaneyê çê dikin. Şaneyên bi kar û morfoljîyê de dişibin hev,digihêjin hev, bi vî awayê tevînek çê dibin. Tevînek lebatan,lebat jî sîstema lebatan çê dike. Zîndewer jî ji sîstemên lebatan çê dibe. Ev organîzasyon bi hemû zîndewerên pirşaneyî de wisa ne.

23 Berhevkar: Niyazi Durmuş Hin têgehên di vî beşê de hatine bikar anîn

24 Berhevkar: Niyazi Durmuş

25 Ji bo ragihanê:


"Berhevkar: Niyazi Durmuş Taybetmendiyên Zîndeweran Biyolojî." indir ppt

Benzer bir sunumlar


Google Reklamları